Li gorî rapora Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Tirkiyê (ÎSÎG), di meha gulana îsal da 212 karker li ser karên xwe di qezayê da mirine. Di mehekê da 212 kar di qezayên kar da mirine, herî kêm ji sedî 90ê wan jî kurd in
Li gorî raporê, di 5 mehên ewil ên îsal da jî 835 karker
mirine. Û di sala 2025a da jî li Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 105 karker
mirine.
Ev qetlîam e, felaketeke mezin e. Di salekê da çawa dibe 2015 kes di qezayên kar da bimrin !
Qetlîameke wiha li tu weletekî din tun ye.
Li Swêd di sala 2025a da, 44 kes di qezayên kar da mirine.
Îsal, heta niha li Swêdê 14 kes di qezayên kar da mirine.
Erê nufûsa Tirkiyê zêde ye, lê di mehekê da mirina 212 kesan
û di salekê da jî mirina 2015 kesan di qezayên kar da felaket e.
XXX
Nivîsa min a do pir hatiye ecibandin,
8076 caran hatiye tikandin, xwendin. Gava ez qala partiyên
me, bi taybetî jî qala PKKê, YNKê, PDKê dikim, nivîs pir tê xwendin. Him yên
kêfa wan jê ra tê dixwînin, him jî yên jê aciz dibin dixwînin. Ev yek jî dibe
sebebê nivîs pir tê xwendin.
Nivîs tê xwendin, lê belê yên ji min aciz dibin, ”dijminên”
min jî zêde dibin.
Yanî ez bi nivîsên rexneyî, bi qasî dilxwazan, dilnexwazan
jî ji xwe ra çêdikim. Esas ez xêra hemû partiyan dixwazim. Lê ev wiha nayê
fêmkirin, gotina rast tahl e, kumê rastiyê xwar e.
XXX
Çiyayekî bilind ji cîranekî xerab çêtir e. Cîranên me gişk
xerabên ji hev xerabtir in.
Xwedê kir çiyayên me yên asê hene, di rojên teng da em tim
pişta xwe dispêrin wan.
Lema pêşiyên me gotine, di rojên teng da meriv pişta xwe dide ya merivekî çê, ya jî çiyayekî asê.
XXX
Çavên serokên partiyên Kurdistana Başûr ronî be, eskerên
tirk nahêlin gundî vegerin gundên xwe, gotine vira di bin dagirkeriya me da ye,
em em nahêlin hûn vegerin gundên xwe.
Xwedê giravî hukûmet heye.
Ecêb û sosireta giran û kesnedîtî, eskerên tirk çawa kanin li Kurdistana Başûr
nehêlin gundî vegerin gundên ?
Serokê Kurdistanê, serokwezîrê Kurdistanê, tirk çawa kanin nehêlin miletê we
vegerin malên xwe?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar