Zarokekî gelkî hêrsokî, pir zû hêrs dibû hebû. Rojekê bavê wî ban kirê, telîsekî tije mîx û textek dayê û jê ra got:
-Her cara tu hêrs bû mîxekî li vî texta xîne.
Lêwik di rojên ewil da her roj gelek mîx li text xistine. Bi demê ra hêdî, hêdî
fêr bûye hêrsa xwe kontrol kiriye, hêrsokiya wî kêm bûye û kêm mîx li text
xistiye. Rojek hatiye qet hêrs nebûye, tu mîx di text da nekutaye.
Bavê wî jê ra gotiye:
Lêwik dest bi kişandina mîxan kiriye, piştî mîx giş ji text kişandine text nîşanî bavê xwe daye.
Bavê gotiye:
-Eferim ji te ra lawê min. Te mîx kişandin, lê bala xwe bide qulikên di text da. Ev text êdî ne textê berê ye, ewê tu carî nebe textê berê. Gotinên tu bi hêr ji însanan ra dibêje jî di dilê însanan da qulikên wiha vedikin.
Dersa em ji vê çîrokê bigrin, dibê meriv li gotinên xwe miqate be, gotinên bi hêrs tên gotin di dilê însanan da birînên kûr vedikin; dûra meriv bixwaze şaşiya xwe telafî, tamîr bike jî nabe, şop dimîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar