Çendak bû min li podcastên Emer Farûk Baran(Perxudres Podcastê) guhdarî nekiribû. Nuha li ber kompîtorê rûniştime, yek bi yek li gişan guhdarî dikim. Yek ji yekê xweştir e. Gişk hindik-rindik in. Meriv ji guhdarîkirina wan têr nabe.
Meriv dibêje ev û ne ya din. Kin in, lê pir tiştên xweş dibêjin. Ji bo ku di nava 3-4, 5-6 deqîqeyan da meriv hewqas tişên xweş bibêjie hostayîyeke mezin lazim
e.
Podcast di edebîyata kurmancî da janreke(şêwazeke, babeteke) nuh e, pir xweş e. Hêvî dikim bi pêş keve, gelekên wek Perxudres Podcastê çêbibin.
Ji guhdarîkirina wan bêpar nemînin.
Meriv çawa kane podcastên hewqasî xweş çêke min fahm nekir,
camêr qusûrê, kêmasiyê naxîne yekê jî.
Kurmancîya wî mikemel e, axaftina wî wek şair şiîrê bixwîne.
Her podcastek wek meriv li şaîrekî jêhatî guhdarî bike.
Heger ev podcast bi swêdî bûya, bi sedhezaran ewê guhdarên
wê hebûna; Emer Farûk Baran jî nuha milyoner bû. Ez heneka nakim, li Swêd
blogerên bûn milyoner hene.
Di civata me da tiştekî wiha ne mimkûn e, nivîskar, bloger,
podcastgêr çiqas jêjatî be jî nikane bi berhema xwe debara xwe bike.
Podcastên min lê guhdarîkirin ev in:
-Muzîka mêrên kor
-Mektûba guhdar G: Zift Tarî
-Ferhenga Huseyîn Koçuk, çend gotinên Serhedê
-Gulan 2026. Destekçî
-Mektûba Abdullah Încekan.Heyat û Rîlke
-Mektûba Guhdar T: Mezelên Tuxtoran
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar