Ukraynayê bi dronan agir bi ser paytexta Rûsyayê Moskovayê da barand, dûxaneke reş û giran girtiye ser asîmanên Moskovayê. Agir bi rafîneriya petrolê ketiye, şewateke mezin çêbûye.
Serokê Ukraynayê Zelenskî êrîş wekî bersiveke "mafdar" bi nav kiriye.
Li gorî xebera Reutersê, Zelenskî gotiye, "heger Ukrayna bişewite, Moskowa jî ewê bişewite."
Li hemberî vê êrîşa giran Rûsya ewê bersîveke ji wê girantir, wêrankar bide.Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gef li Ukraynayê xwariye, gotiye, "emê êrîşên mezin bibin ser Ukraynayê.
Heyf e, miletên herdu aliyan jî perîşan bûn. Dîktatorek, zalimek kane bibe sebebê malwêraniyeke pir mezin. Pûtîn mala herdu welatan jî şewitand.
Dîktator rojekê dikevin, cezayê xwe dibînin, lê belê tahmîrkirina malwêraniyên li pey xwe hîştine salan digire.
Malwêraniya Pûtîn li herdu welatan bûye sebeb di çend salan da tahmîr nabe, ewê gelek salan, belkî çend nifşan bajo.
Hêvî dikim hinek têkevin nabênê û avekê li vî agirê gurr kin.
XXX
Siyasetmedarê navdar Mela Bextiyar di hevpeyvîna xwe ya di
Rûdawê da ji Senger Ebdurehman ra gotiye, “Heger PDK û YNK li hev nekin, di dawiyê da Amerîka ewê nûnerê kurdan diyar bike û pê ra kar bike.”
Hêvî dikim Amerîka rojekê berî rojekê viya bike.
Li gorî Mela Bextiyar, ew bawer nake PDK û YNK li hev bikin.
”Çimkî rihê peymana stratejîk di navbera wan da nemaye.”
Yanî ji bo wan berjewndiyên netewî ne muhîm e, lema li hev
nakin. Derdê wan kursî û berjewendiyên şexsî ye.
Jixwe Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDKê) Hoşyar Sîweylî ji Rûdawê ra gotibû, ”pirsgirêka sereke ya di
navbera PDKê û YNKê da dabeşkirina postan e, ne bernameya birêvebirinê ye.”
Yanî şerê wan li ser kursiyan e.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar