Serokê Serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşayê gorbehişt di bîranînên xwe da qala hevdîtineke xwe ya bi heyeta tirkan ra dike. Tirk dixwazin bi hin bertîlan, bi pêşkêşkirina hin berjewendiyên şeşxsî Îhsan Nûrî Paşa bixapînin, bikirin, serîhildanê vemirînin, şervanan teslîm bigrin.
Îhsan Nûrî Paşa nîşanî tirkan dide, ew ne ew mêrê were kirîn ya jî teslîm bibe.
Di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa da heyetek bi tirkan ra rûdine.
Îhsan Nûrî Paşa:
Berê gotin:
-Dewletê te efû bike û ewê hemû mafên te bide te.
Min ev pêşniyara wan red kir. Dû ra gotin:
-Madem tu teslîmbûnê qebûl nakî, wê demê, dewlet wezîfeyeke li derveyî welêt pêşniyarî te dike.
Min ev pêşniyar jî red kir û min got:
-Mexseda min azadiya miletê min e. Hetanî ew neyê bicîanîn emê ji riya xwe venegerin.”
Serok dibê wiha be, azadiya miletê xwe di ser her tiştî ra bigire, teslîm nebe. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, ya jî ji bo rehetiya canê, ji bo kursî û meqamê xwe doza miletê xwe nefroşe dijmin. Ji dijmin ra bibêje: "ji bo min ya mhûm azadiya miletê min e, heta ew nebe ez dev ji micadelê bernadim."
Ruhê wî şad be, gorra wî behişt be. Bi hurmet bibîr tînim.
Îhsan Nûrî Paşa gotiye:
”Di şeran da kurd tu carî li jmarê nanêrin. Heger ji dil û can şer bikin û ji
hev ra xayin nebin, alîkariya dijminên xwe nekin, tu carî pişta wan nayê erdê,
kes bi wan nikane...”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar