15 augusti 2026

Sê tişt hene dibê meriv nede der

Hin tişt, hin sirên meriv hene dibê meriv nede der, eşkere neke. Ji van sisê gelkî muhîm nin, meriv ji xwe ra bihêle baştir e. Ew hersê tişt jî ev in:
-Sirrê li ser zimanê xwe, perê di bêrîka xwe da, birîna di dilê xwe ji kesî ra mebêje.

-Her însan wek dilopek baran e, hinek jê dikeve ser çamûrê, hinek jê dikeve ser pelên gulê

Hz. Melana.

-Piştî 20 salên din dibê tu ne ji bo tiştên te kirine, ji bo tiştên te nikanîbû bikira xemgîn bibî.

Kindirên keştiya xwe weke. Berê keştiya xwe ji benderê bide deryayên dûr. Bigire, lêbikole, xeyal bike. Keşf bike.
Mark Twain

XXX

Dera edalet lê tunebe siheta meriv, psîkolojiya meriv jî xera dibe. Çimkî bêedaletî jahrîyeke huzûra hundurê însên dikoje.

Erich Fromm

XXX

-Hêrs wek bahozê ye, piştî bîstekê disekine. Lê belê li pey xwe gelek gulî û çiqil şikandine.

Van rojan atmosfera siyasî pir gurr e.

Di minaqeşeyên di medyaya sosyal da meriv kanibe xwe kontrol bike, di halê hêrsê da biryarê nede baş e. Yê bi hêrs rabe, bi zirar rûdine.

XXX

Berê di mîvanyê da meriv li halê hev dipirsî, nuha ji dêlî wê, li şîfreya înternetê û li ciyê pirîzê tê pirsîn.

Dinya pir zû guherî, di demeke kin da îcad û keşfên aqilê meriv nagire çêbûn. Meriv pê ra nagihîne fêr bibe. Şansê kalên wek min ji xwe tune ye van tişt miştên nuh fêr bibe.

Ez bi xwe navê piraniya wan nizanim.

Ez zanim Facebookê, Xê, blogê û Lînkedînê bi kar bînim.

Wele ez WhatsAppê jî bi kar tînim.

Van îcadan ji însanan ra gelek kar rehettir kirine, lê di jiyana ciwanan da gelek tişt jî xera kirine. Însan bûne alkolîkê înternetê, telefon ji destê ciwanan nakeve.

XXX

-Bav dimre zarok har dibin, dê dimre zarok jar dibin

-Kevirê giran li ciyê xwe giran e, piştî ji ciyê xwe leqiya ne bi du peran e.

-Berê bibe dîk dûra bang bide.

-Bi girî nazîvirin mirî.

-Bi girî ji gorrê ranabin mirî.

-Donê genî nabe rûn, keça qereçî nabe xatûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar