14 augusti 2026

Însan zû kal û pîr dibe, lê dereng baqil dibe

Salên derbas dibin, serpêhatî û tecrûbeyên jiyanê kêm zêde bêtir hiş tîne serê meriv, meriv baqiltir, kamiltir dike. Hinekan pirr, hinekan zêde dikemilîne.
Lê belê îstîsna jî hane, yanî kesên sal nikanin wan biguherînin, tim wek dema xortaniya xwe dimînin jî hene.
Yanî kurmê şîrî, heta pîrî.
Siyasetmedar û nivîskarê îngilîz Benjamîn Dîsraelî (1804–1881), li ser vê meselê gotiye, ”trajediya jiyanê ya herî mezin, em pir zû extîyar(kal û pîr) dibin, lê belê pir dereng baqil dibin.”

Rast e, em zû extîyar dibin û pir dereng baqil dibin. Lê yên qet baqil nabin jî hene.
Ji bo wê jî dev ji fikrên şaş, xeta xwar bernadin, hefs û zindan, 40-50 sal êş û tecrûbeyên gelkî giran tesîr li wan nekiriye, hîn wek 40-50 sal berê difikirin, gotinên 50 sal berê dubare dikin.
Mixabin, yên heta mirinê qet baqil nabin jî hene... 

XXX

Zimanê wextê tuneye, çi dîtiye, bûye şahidê kîjan trajedîyan ji me ra bibêje.

Lê belê wext him gelek birînan dikewîne, him jî gelek tiştan fêrî meriv dike.

Wext dersdara herî mezin e. Dibê meriv qedrê wexta xwe bizanibe, wexta xwe bide karê bi feyde.

XXX

Ewladên ji bo pere, mal û milk, mîrata dê û bavên xwe bi hev dikevin pir in, lê yên li ser mêzekirina li dê û bavên xwe bi hev dikevin ya tune ne, ya jî pir hindik in.

Yê umir şibandibe demsalan pir baş kiriye, bi rastî jî biharek, havînek, payizek û zivistaneka her kesî heye

XXX

-Dema sar û serma dest pê dike darên havînê siyê didin, meriv di bin sîya wan da rûdine tên ji bîrkirin.

Însanên piştî karên wan bi meriv diqede jî eynî wisa ne, meriv ji bîr dikin.

Hin însan bêwefa ne, nankor in, lê heta meriv nas dike Hasil diçe Mûsil…

Lê ev jî heye, dibê meriv jî zêde ne saf be.

XXX

Îro li Stockholmê sermonîya bîranîna Rojhat Akkoyun bû. Gelek nas, dost û hevalên wî û yên bavê wî Emer Akkoyun hatibûn şînê, ji malbata Emer Akkoyun ra sersaxî û sebir xwestin, bûn şirîkê êşa wan. Serê dostê minê hêja Emer û malbata wî û hemû hezkiriyên Rojhatê hêja sax be. Qezayeke dilê me gişan şewitand. Ji malbatê û hezkiriyên wî ra sersaxiyê û sebrê dixwazim.

XXX
Bi vê xebera reş pir xemgîn bûm. Îbrahîm dostekî min î kevn e, 46 sal in em dostên hev in. Dû ra keça wî bû bûka lawê hevalê min Kutbetîn Aliş, em bûn merivên hev.
Îbrahîm Kurdekî ji Konyayê bû, kurdperwerekî ji dil bû. Bi vê wefata ji nişka ve wek malbata wî, ez jî pir xemgîn bûm. Ji hemû ferdên malbatê ra, ji Kutbetîn û malbata wî ra sersaxiyê û sebrê dixwazim. Şirîkê êşa wan im. Ruhê wêî şad be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar