13 augusti 2026

Rexneya pozîtîv û negatîv

Rexne nirxandinek e, ji bo pêşdabirinê, ji bo baştirkirinê wasîteyeke pir muhîm û bi feyde ye.
Bi rexneya xwe meriv him kêmasî û şaşiya kerekî, nivîsekê, eserekê nîşan dide, him jî dixwaze wî karî baştir, tekûztir bike, feydeyekê bigihîne xwediyê kar û eserê.
Du babetên rexneyê yên sereke hene: Rexneya pozîtîv (avaker) û rexneya negatîv, ya xerabkir.

Rexneya pozîtîv bala xwe dide ser kêmasiyan, lê amanceke wê ya çareserîyê, pêşveçûnê, baştirkirinê heye. Dixwaze şaşiyan, kêmasiyan rast bike, feydeyê bigihîne kesê şaşî kiriye, şaş nivîsîye, tiştên şaş gotiye.

Numûneya rexneya pozîtîv:

"Nivîsa te xweş e, te tiştên muhîm gotine, lê pir dirêj e. Bi dîtina min, heger tu hinekî kintir binivîsînî baştir e, xwendevan ewê ji xwendina wê netirsin, bêtir bixwînin.
Kêmasiyeke din jî, te filan tişt gotiye, lê çavkanî tune ye, tu çavkaniyekî nîşan bidî ewê baştir be.”
”Te filan tişt gotiye, lê ne rast e, numûneya rast wiha ye…”
Yanî rexneya pozîtîv, heqaretê li te nake, te naxe binê erdê, keda te, nivîsa te, karê te bêmane, pîs nîşan nade.
Heqaretê li nivîskar nake, tinazê xwe bi nivîsê nake, nivîsê vala, nehêjayî xwendinê nabîne. Nabêje dev ji nivîskariyê berde, here ji xwe ra kerekî din bike.
Rexneya negatîv:
Rexneya negatîv, tenê bala xwe dide ser kêmasî û şaşiyan, di karê te da, di nivîsa te da tiştekî baş, pozîtîv, bi feyde nabîne, belovacî wê bi zirar dibîne, dibêje te ev kar nekira, ev nivîs nenivîsanda baştir bû. Qet qala başiyeke nivîsê, karê te kiriye nake, tenê reş dike, pîs û xerab nîşan dide.
Amanca rexneya negatîv ne alîkarî ye, ne baştirkirina kar e,  xerakirina, bêqîmetkirina karê te ye, dixwaze moralê te xera bike, te ji karê te sar bike.
"Ev nivîsa te ji serî heta dawî pir xerab e, tu ne erbabê vî karî yî, tu dev ji nivîsandinê berdî ewê ji bo te û ji bo civatê baştir be. Çimkî tu bi nivîsên xwe moralê însên xera dikî, dubendiyê dixî nabêna însanan…”
Ya jî nivîsên wiha berradayî tunebin baştir e, çimkî bêfeyde û bi zirar in.
Di rexneyên wiha yên negatîv da rola îdeolojiyê, fikrên siyasî jî heye. Gava nivîskar ne ji fikrê wî, ne ji cepheya wî be ew kes karê baş jî bike naecibîne, li ber çavê wî ew kar ne baş e.
Ji bo wê ye di nava kurdan kesên ji fikir û îdeolojiyên cihê, ji partiyên li dijî hev tu carî karên hev, berhemên hev teqdîr nakin, nivîseke pozîtîv li ser nanivîsîne.
Mesela yekî ji PKKê ya jî dilxwazê PKKê tu carî li ser berhema nivîskarekî li dijî Evdila Ocalan nivîseke pozîtîv nanivîsîne; dixwaze bira ew eser şahesereke mezin be.
Ev yek ji bo kesên li dijî PKKê jî wiha ye, nivîskarekî dilxwazê Evdila Ocalan û PKKê çi binivîsîne, çi karê baş jî bike jî, teqdîr nake, bi başî qalê nake, tim ji nedîva tê. 
Heger qalê bike jî bi rengekî negatîv, xerab qalê dike.
Kesên îslamî jî eynî tiştî dikin, heta şêla wan hîn jî xerabtir e. Ew jî tu carî bi başî qala xebat û eserên kesên ne dîndar nakin. Çimkî bi çavên dijmmin li wan dinêrin.
Ev şêla ne baş, ne rast wek min got, ji ber sebebên siyasî û îdeolojîk e. Yên siyasî, îdeolojîk li dijî hev hev in tu carî bi başî li karên hev, li eserên hev nanêrin.
Dibê ne wiha be, gerek meriv ne li gorî fikrê siyasî, li gorî esera nivîsî ye, karê kiriye li meselê binêre, li gorî wê rexne bike.
Ji bo wê jî kesên ji fikir û îedeolojiyên cihê, ji partiyên cihê wek mişk û pisikê tim neyarên hev in.

Di dawiyê da li ser rexneya pozîtîv û negatîv meriv kane viya bibêje:

-Rexneya pozîtîv rê nîşan dide, moral dide, ji bo baştirkirinê pêşniyar dike; xebata te teqdîr dike, lê bi zimanekî maqûl kêmasî û şaşiyên te jî dibêje.
Rexneya negatîv, karê te, xebata li ber çavên te û xwendevanan reş dike, dixe binê erdê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar