Meleyekî bi navê Ramîn Salihzade ji gundekî Baneya Kurdistana Rojhilat, wek Daîşîyekî har, bi bêedebî êrîşî birayên me yên êzdî kiriye, gotiye:
”Em we kafir dibînin, em we pîs dibînin. Weleh, heger derfeta herî biçûk têkeve destê me, emê nehêlin hûn yek sanîyê jî li ser vî erdî bijîn.Ev dînê me ye. Em ne ji kesî vedişêrin û ne jî xwe vedişêrin.”
Him dîndarên îslamî ewê bi vê harîyê êrîşî êzdiyan bikin, him jî bibêjin, çima hin êzdî dibêjin em ne kurd in?
Kesên wek vî meleyî bûne sebebê hin êzdî dibêjin em ne kurd in. Kesên wiha gerek di nav kurdan da tune bin. Yên hene bi xurtî werin mahkûmkirin.
Îro di klîpeke nuh da hinekî çerx kiriye, gotiye qesda min ne hemû êzdî ne, min kesê êrîşî me dikin ra gotiye. Lê her tiştê
dibêje vir e, durûtiyê dike, teqîye ye. Gotinên ne şexsî, ji bo tevahiya êzdîyan bû, di viya da şik tune ye.
Ne di nav kurdan tenê da, di nav tirkan, ereban û misilmanên
din da jî bi milyonan keftarên wek vî meleyê sextekar hene.
Zana û alimên tu dînî wek yên îslamê neyartiya dînên din, ferdên mensûbên dînên
din nakin. Tenê di nav misilmanan da meleyên, dîndarên, kesên wiha har hene,
him jî pir in. Çimkî bi kultur û îdeolojiyeke irqçî, neyartiya her dînên din
dike mezin dibin.
Kesên wiha ji civatan ra bi zirar in, wek mar û dûpişka bi jahrî ne, fikrê wan,
îdeoljoiya wan sirf jahr e.
Gerek dewlet wezîfeyê nede kesên wiha, kesên wek vî meleyî bigrin, perwerde
bikin.
Tiştê baş, kurd vê carê bêdeng neman. Alim û zanayên dînî yên Baneyê
reaksîyonek baş li dijî gotinên vî meleyê pîs nîşan dan, ew rexne û mahkûm
kirin
Li alî din, him di medyaya sosyal da, him jî Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê,Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û
gelek şexsîyet û dezgehên kurdan jî reaksîyoneke mezin nîşanî gotinên vî meleyê
bêedeb dan û ew mahkûm kirin.
Di medyaya sosyal da reaksîyona kurdan pir baş bû.
Mele û
alimên kurd jî bêdeng neman, mele riswa kirin. Dibê kurd tim wiha bikin. Gava yek karekî ne li rê bike, beyaneke li dijî oleke
din, baweriyeke din bide, dijminatiya êzdîyan ya jî gurûbeke din bike, dibê
tavilê were mahkûmkirin.
Beyana zanayên îslamî

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar