16 augusti 2026

Aqilê zaro pel û pincaro

Camêrekî baqil gotiye, guh medin şîretên her extîyarî, ji bîr mekin ehmeq jî extîyar dibin.
Rast e, aqil ne di umir da, ne di rîya sipî û porê sipî da di serî da ye.Extîyarên totikvala jî pir in. 
Bi qasî extîyarên(kal û pîrên) baqil û kamil, extîyarên kêmaqil û ehmeqên jî hene. Gerek ciwanên me vê rastiyê ji bîr nekin.
Aqilê zaro pel û pincaro.
Aqilê nekemilî ker û kûçik pê da birrî.

XXX

-Esalet; ne di bejnê da, di esil da ye.
Zerafet ne di navê da, di zimên da ye.
Rastgoyî ne di zimên da, di cewher da ye.
Xweşikî ne di rû da, di dil da ye.

///Mewlana

 XXX

Ji çivîkê pirsîne:
-Ma qet hatiye serê te, tu nikanîbû bifirî ?
Çivîkê  gotiye:
-Erê, carê dema baskê min şikiya.
Cara din jî gava dîya min mir.
Herdu jî eynî êş bûn. Ez tu carî ji bîr nakim.

XXX
-Ker zîtikekê li we xîne, hûn jî venagerin zîtikekê navêjin ji kerê da. Dibê hûn di mesafeya zîtika kerê da nesekinin, xwe jê hinekî dûr bixin, ji bo ku zîtik negihîje we.
Dibê meriv hevza xwe ji cahilan û ji bêdeban jî bike. Bersîvê nede bêedebîyên wan.

XXX

Ax çiqas zengîn dibe bira zengîn be, heger neyê çandin tu mahsûlî nade. Serî jî wisa ye, serîyên neyên çandin nikanin fikir bixuliqînin.

///Seneca

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar