30 augusti 2026

Şeref serweta însên ya herî bi qîmet e

Dibê meriv malê dinyayê, kursî meqam tu carî di ser şerefa xwe ra negre. Ji însanekî li vê dinyayê xezîneya herî mezin û bi qîmet şeref e; serweteke ebedî ye.
-Îro perê we tuneye, sibe kane hebe. Îro mewqîyekî we tunebe, sibe kane hebe.
Lê heger îro şerefa we tunebe, sibe jî ewê tunebe.
Meqamê te hebe, rojekê kane ji destê te biçe.
Perê te hebe, rojekê kane biqede.
Lê belê şerefa te hebe, piştî tu bimrî jî ewê her hebe.

Ji bo wê jî dibê meriv malê dinyayê, pera û meqam tu carî di ser şerefa xwe ra negire.
Şeref, serwet û xezîneya însên ya herî bi qîmet e. Li dinyayê tu tişt ji şerfê, heysîyetê, namûsê bi qîmettir tune ye. Ew jî şexsîyeteke saxlem e, nayê kirîn û firotin.

-Bi pereyê xwe şerefê qezenc meke, bi şerefa xwe pera qezenc bike ku gava pere qediya, bira şerefa te jî neqede.
Nîcanor Para

-Însanê şeref û qerekterê wî tune dişibe maleka bêperde. Mala bêperde ya bi kirê ye, ya jî ya firotinê ye.

Hewcedariya însên ne tenê bi nan heye, bi şerefê jî heye. 

Lema dibê meriv li şerefa xwe miqate be, wek roniya çavên xwe biparêze.

Merivê xwedî şexsîyet dijmin jî li hember bi hurmet e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar