Gava min hewqas alên tirk û bandrola Ataturk li pişt tabûta kekê Mehdî Zana dît pir xemgîn bûm, min nexwest lê binêrim. Bi min pir zor hat !
Irqçîtiyeke ji viya mezintir nabe. Mexsûs wiha dikin, ji bo ku bindestiya me, êsîriya me tim bînin bîra me.
Bi dîmenên wiha dibêjin ne hûn, em xwediyê vî bajarî û vî welatî ne,
hûn bindest û koleyên me ne.
Dewleta tirkan lema dixwaze li her bihosta axa welatê me bi sembolên xwe yên
netewî nîşanî me bide em bindist in, em êsîr in; dibê em viya bizanibin û qebûl
bikin.
Me bêhesasîyet û kedî dikin, me fêrî bindestiyê dikin.
Mecbûr kirine beledîye 4 alan û rismê Ataturk bi avahiya belediyê va bi darde bike
!
Bi texmîna min beledîyê ne ji kêfî, ji mecbûrî, ji tirsê ev dîmen li pişt
tabûta kekê Mehdî Zana saz kiriye.
Gava ez dîmenên wiha dibînim psîkolojiya min xera dibe, naxwazim bibînim.
Belkî ji bo hinekan ne gelş be, bibêjin tu pir mezin dikî. Ez wiha his dikim.
Kesên li welêt dijînin êdî fêr bûne, belkî êdî nabînin jî. Ne xwe ewê ji qehra biteqin.
Berê du al li kêleka hev tim li ba dibin, çi hewceyî du alên din û rismê
Ataturk jî lê zêde bibin?
Ma li bajarên tirkan jî wiha dikin?
Bi dîtina min zulmeke, irqçîtiyeke ji viya mezintir nabe.
Lê heta em bindest bin, bê dewlet bin, temaşekirina dîmenên wiha ewê qedera
me be…
Heger dewlet ya me bûya ji dêlî ala tirk ewê ala Kurdistanêbi dîwarê Belediya Amedê va hêl bûya...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar