30 augusti 2026

Gerek meriv navê tiştan rast bibêje

Gotineke pêşiyên fransizan dibêje, "heger tu ji diz ra nebêjî diz, dizekîya wî bidî jibîrkirin ewê dersa exlaq bide te."

Hin serok û siyasetmedarên me naxwazin ji dagirkeran ra bibêjin hûn dagirker in, tu carî naxwazin qetlîamên wan û yên pêşiyên wan, sûcên wan, zulma li me kirine bînin bîra wan.
Ji ber wê ye zimanê dagirkeran hirinekê dirêj e û dersa exlaq û edaletê didin me. Fena ku yên neheq, cûcdar ne ew in, em in.
Gava hevalên dizan ji malê bin talana wê malê pir rehet e. Gerek meriv navê tiştan rast bibêje, rast lêke, zulma li meriv bûye, dagirkeriyê veneşêre, xweş nebîne...

XXX

Meriv dibe heyranî kurdên Qazaxîstanê. Bi sedsalan e ji welatê xwe dûr in, nehelîyan e, zimanê xwe, kultura xwe ji bîr nekirine; kurd mane. Bi nasnameya xwe, bi kultura xwe serbilind in.

Yên me li welatê xwe, li Kurdistanê dev ji kultura xwe, dev ji zimanê xwe berdane, bûne tirk. Û qet şerm jî nakin.

Dibê kurdên Kurdistana Bakur li vê dawetê binêrin û ji asîmîlasyona xwe şerm bikin.

Bûk û zavê û malbatên wan ji dil û can pîroz dikim!

XXX

-Ji bîr meke, dijmin nîşangirekî kor e, lê belê yê dost zane ewê ji ku da lêxîne.

Dibêjin marê bi min venede bira hezar salî bijî. Şaş e. Mar mar e, carek din tu yê bibî hedef.

XXX

Ewrekekî giran, wek konekî reş girtiye ser Stockholmê, ximîna baranê ye.
Rojeke gelkî ne xweş e, ne roja gerr û meşê ye. Meşa di hewake wiha da û di bin baranê da ne xweş e.
Heger wiha dom bike, baran veneke emê îro di hundur da bin.
Di rojên wiha da xanim dikeve qulik û pacan, bêkar namîne.
Ezê jî xwendina kitêba Nûredîn Zaza, ”Nameyên Nûredîn Zaza”bidomînim.
Qismekî wan berê min xwendiye, ez careke din dixwînim. Meriv hafiza xwe nuh dike.

2026-08-29

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar