30 augusti 2026

Himama Paşê-Şahesera cahilan wêran kirin -2-


Himama Golê di sedsala 19a da ji alî Îbrahîm Paşayê Millî va hatibû lêkirin, ji bo wê jî jê ra digotin Himama Paşê.

Lê ne Himam tenê, Wêranşara bi tevayî ji alî bavê Îbrahîm Paşa Mahmûd Beg û dûra ji alî Îbrahîm Paşa va hat şênkirin, berê hatibû wêrankirin.
Wêranşar berê bajarekî, xirbeyekî wêran bû, mala Paşê di sedsala 19a da ew şên kirin.

Navê wêraniyê ji ber wêranbûn û talankirinên mezin ên di tarîxê da hatine serê bajêr, lema hatiye lêkirin û jê ra gotine Wêranşar, yanî bajarê wêran.

Berî Îbrahîm Paşayê Millî  û malbata wî di sedsala 19a da bajêr ji nû ve ava bikin, bikin navendeke girîng û paytexta xwe, bajar rastî gelek şer û êrîşên mezin hatibû, bi sedsalan wekî xirbeyekî wêranbûyî hatibû terikandin.
Bedena dorabajêr bi tevayî hatibû hulşandin, avahiyek saxlem nemabû. Îbrahîm Paşa bajar ji nû va ava kir. Gelek qesir, qonax, xan, firne, himam lê çêkirin.
Ez gihîştim gelek derên bedenê, dora bajêr wek bedena Amedê bû. Nabêna mala me û dîwarê bedenê yê bakur 100 mîro jî tunebû.
Çar mehelên(taxên) bajêr hebûn, her çar jî di nava bedenê da bûn.
Navên wan, Mehela Golê, Mehela Tekyê, Mehela Kelê, Mehela Qişlê bû. Nabêna mala me û bakurê bedenê 100 mîtro ya hebû ya tunebû.
Hin kesan xaniyên xwe di ber dîwarên bedenê da lêkiribûn, dîwarê dawî yê xêniyan beden bû.
Bedena Wêranşarê kînga û ji alî kê va hatibû wêrankirin ez nizanim. Bi îhtîmaleke mezin ya ji alî Hulagû, di sedsala 13a da, ya jî di sedsala 14a da ji alî Tîmurleng ve hatibe wêrankirin.
Çimkî li Wêranşarê mezinên me gelek çîrokên li ser hovîtiya Tîmurleng digotin. Bajar teslîm nebûye, milet li ber xwe daye, lema piştî ketina bajêr, Tîmurleng gotiye, gerek kevir li ser kevir, serî li milan, bedenan nemîne û girek ji serîyên însên çêkirine. Navê gir nuha nayê bîra min, belkî gundê Olaxçiyê ya jî gundekî din be.

Di tarîxê da êrîş û şerên sereke yên bûne sebebê wêranbûna Wêranşarê ev in:

Di serdema Romayî û Bîzansiyan da navê bajêr Konstantîna û Antoniopolis bûye.
Bajêr ji ber şerên dijwar ên di navbera Împeratoriya Bîzansîyan û Sasaniyan da zirareke mezin dîtiye.
Dû ra erdhejeke mezin jî çêbûye, di erhejê da jî bajêr zirareka pir mezin dîtiye.
Li gorî hin çavkaniyên li ser tarîxa Wêranşarê, Wêranşar di dîroka xwe da herî zêde di sala 1258a da ji aliyê împeratorê Moxolan Hulagû ve hatiye talankirin û rûxandin. Bajar bi temamî hatiye kavilkirin.

Dû ra jî di 1400î da komkujiya Tîmûrê Leng hatiye serê bajêr.
Dibêjin piştî êrîşa Tîmûrleng navê bajêr bû Wêranşar. Çimkî tam wêran bûye.

Ji bo ku niştecihên bajêr li ber xwe dane Tîmûrleng ferman daye, gotiye:
”Li bajêr kevir li ser kevir, serî li ser mil, li ser bedenê nehêlin.”
Şervanên wî bajar şewitandine û ji seriyên însên li girek çêkirine. Ew gund ya Olaxçî ye ya jî gundekî din e. Lê girewkî wer heye, milet digot eserê Tîmûrleng e.
Heger ev çîrok ne rast be jî, bûna qetlîamekê û wahşeteke mezin rast e. Li ser wahşeta Tîmûleng gelek çîrok digotin, nuha nayên bîra min.

Piştî êrîşa Tîmûrleng, bajar di nabêna Qereqoyunluyan (1375-1468)û Aqqoyunluyan da çend caran dest guhertiye, zirarên mezin dîtiye.

Dû ra di destpêka sedsala 16a, di dema Yavuz Sultan Selîm da bajar û herêm ketiye bin destê Împaratoriya Osmanîyan.

Lê ji nuh va avabûna bajêr dema Îbrahîm Paşayê Millî  dest pê kiriye.
Heta dema malbata Îbrahîm Paşa bajar wêran maye, wan di sedsala 18-19a da dest bi avakirina bajêr kirine. Li bajêr gelek qonax, bazar, qişleyên leşkerî, xan, firne, himam ava kirin. Gelekên wan wêran kirin, neman, lê çend qonax, qişla eskerî û hin avahiyên din hîn hene. Qonaxa Îbrahîm Paşa heye. Himam jî yek ji van eserên giranbiha bûn, lê xera kirin, ji me ra xêra xelkê rismekî wê tenê maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar