29 augusti 2026

Kekê Mehdî Zana jî îro ji me xatir xwest û koçî mala xwe ya ebedî kir


Kurdperwerê bi nav û deng, kekê Mehdî Zana îro li Diyarbekrê, li nexweşxanê wefat kiriye. Bi bihîstina xebera wefata wî pir xemgîn bûm.

Kekê Mehdî demek bû nexweş bû, îro xatir ji miletê xwe, ji hezkiriyên xwe xestiye, çûye îstirehetgeha xwe ya ebedî; dera emê gişên herinê.
Kekê Mehdî dostekî minê hêja bû. Min carnan telefonî wî dikir, em li bajêr dihatin ba hev, me têr sohbet û qala rojên borî dikir. Dostekî henekçî û zarşîrîn bû.

Mehdî Zana, mêrekî di ser pozê xwe ra bû, di dadgeha dagirkeran da li hemberî dagirkeran serê xwe netewand, bi wêrekî serî hilda, henekê xwe bi dadgeha dagirkeran kir.
Mehdî Zana di tarîxa kurd ya siyasî da sembolekî berxwedanê, serîhildanê û wêrekiyê ye; ew siyasetmedarekî wêrek û bi rûmet e; dildarekî kurd û Kurdistanê bû.
Piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î hat girtin, 16 salan di zindanê da ma. Di zindanê da, di mahkimê da bi mêranî li ber xwe da, bi berxwedana xwe moral da bi hezaran kesên girtî, ji bo gelek kesan bû sembolê mêraniyê, berxwedanê.
Di sala 1977a da wek kesekî serbixwe, hilbijartina belediya Diyarbekrê qezenc kir, bû serokê belediya Diyarbekrê.
Dema hat girtin serokê Belediya Diyarbekrê bû.

Mehdî Zana, bi şêla xwe ya di mahkimeyên dagirkeran da, bi ne peyivîna tirkî ji bo nifşê xwe û yên li pey xwe bû şexsîyetekî îkonîk, gelek kesî mêraniya wî ji xwe ra kir emsal û di mahkimeyên dagirkeran da bi kurdî peyivîn.
Mehdî Zana, piştî ji zindanê derket, hat li Swêd bi cî bû û li ser zindana Diyarbekrê û hin bîranîn û serpêhatiyên xwe çend kitêb nivîsîn.
Serê malbat û zarokên wî sax be, ruhê wî şad be, gorra wî behişt be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar