Malpera Tarîxa Wêranşarê ya hemşeriyên min do fotografê himama Mehela Golê ya tarîxî parve kiriye. Bi dîtina fotografê himama mehele xwe pir kêfxweş bûm, rojên zaroktiya min û xortaniya min wek fîlmekî sînemayê anî ber çavê min.
Foto ji alî arkeologê navdar ê alman Max von Oppenheim li dora 1900-1911a da hatiye girtin. Gelek risim û belgeyên li ser Wêranşarê li Almanya di muzeya Max von Oppenheim da hene.
Di vî risma da himam xerabe xuya dike, di dema min da ne wiha bû, qey tahmîr kiribûn. Heta orta salên 1970î vekirîbû.
Navê himamê, ”Himama Paşê” bû, li dora 100-200 mîtroyî li jêrî gola me bû.
Mala me jî li pişt golê bû. Himam tam li hemberî Bexçê Hemo Çawîş bû. Ava golê diçû ser Bexçê Hemo Çawîş û ser Himamê.Himameka pir mezin, maîmarîyeke muhteşem bû. Qubeya wê ne îş mezin, muhteşem û bi heybet bû.
Meriv ne ehmeq û neyarê tarîxa xwe be esereke wer xera nake. Mixabin di destpêka 1980î da ev esera tarîxî hulşandin û wek erse firotin.
Di zaroktiya min da her hefte diya me em zarok dibirin himamê, serê me li wir dişuşt.
Heta dawiya salê 1970î jî hemam vekirîbû. Sibehan ji bo peya bû, piştî nîvro jî ji bo jinan bû.
Şevên eydîyan heta sibê vekirî bû, me diçû serê xwe li wir duşuşt û dû ra kincên xwe yên paqij, yên eydiyê li xwe dikir.
Li Wêranşarê jinên ”buxçecî” hebûn, buxçeyên malbatan ên kinc tê da, bi malbatan ra dibirin himamê, ji wir jî kincên qilêrî li pişta xwe dikirin, dianîn mal.
Himameke pir mezin bû, gelek odeyên wê hebûn, di her odeyekê da çend curnên avê hebûn, av bi mûslixê dihat, meriv serê xwe dişuşt.
Di orta himamê da kevirekî meriv xwe li ser dirêj dikir, ji bo xwîdan bide hebû. Mermer bû. Bi tirkî jê ra dibêjin gobek taşi.
Di himamê da telak jî hebûn, serê meriv dişuştin, meriv kîs û lîf dikirin.
Li jêrî himamê kulxan hebû, ava himamê ji wir bi zibil germ dibû. Yê av germ dikir kulxancî bû.
Ev himam ji alî Îbrahîm Paşayê Millî va di dawiya sedsala 19a da hatibû çêkirin, dû ra ezê qala tarîxa wê bikim.
Lê berî wê himameka din, tam li jêrî golê, li dewsa mala Emerê Kulik û Mehmet Înceyê Qonderecî hebû, himam hilşiya bû.
Tam li jêrî golê bû. Ez gihîştim xirbeyên wê, dîwarên wê, kutên wê hîn mabûn.
Ji ber ku hulşiya bû, jêrî golê bûbû wek girekî biçûk. Dewsa himamê, nava xirbe hoşib, giş gezgezok bû.
Me zarokan gezgezok ji wir top dikir, pê li hev dixist. Dû ra, di salên 1970î da çand xanî li ser wî girê biçûk lêkirin.
Sê beşên himamê hebûn, beşê hênikayiyê, germîyê û xelwetê. Derek honik bû, derek germ bû, derek jî meriv lê serê xwe dişuşt.
Dema meriv diket hundur, meriv diket binê qubeyeka bi heybet, pir mezin bû, serê wê gelek paceyên ronahiyê tê da hebûn. Dora wê sekuyeke textîn bû, meriv hildikişiya ser, kincên xwe bi darda dikir, dû ra diçû hundur himamê.
Ewê dom bike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar