28 augusti 2026

Em bi kîjan îdealê bi rê ketin, çi hat serê me !

Em nifşekî bêşans û bêsiûd in, me pir kişand. Esas miletê bindest jixwe di esaretê da ye, tu nifşek rehet nake, ji jiyanê tahm û lezetekê nagire. Ma hefsî, însanê bindest ewê çawa bextewar be?
Bêyî em ji jiyanê tahmeke xweş, kêfekê bigrin em extîyar bûn, bûn komek hestî û çûn. Tiştê me dît û em jiyan, tim derd û kul û zulma bindestiyê bû.
Me got bav û kalên me azadî nedîtin, belkî em bi xebat û micadela xwe bibînin, lê nebû.

Me zora dijmin nebir, em bûn wek mistek nokên tu tahtê xînî, her yek bi derekê da pengizîn; her yek bûn mahcirê welatekî.
Em bêtir heliyan, bêtir bûn tirk, dijmin li gorî 50-60 sal berê xurttir bû. Qeyd û merbendên di nigên me da, kelemçeyên di destên me da zexmtir bûn.
Hêvî dikim zarok û neviyên me jî wek bav û kalên me, wek me di esaretê da, di bindestiyê da nejîn, ew Kurdistaneka azad bibînin.
Li gorî zanîn û hêza xwe tiştê ji destê me hat me kir û em dikin. Lê têrê nekir, em hîn jî bindest in.
Ji ber xeşîmî, nezanî û cahiliyê me gelek şaşîyên mezin jî kirin. Me wexta xwe, enerjiya xwe, îmkanên xwe da îdeoloyên vala, bi zirar. Ji ruyê van îdolojiyên rast û çep ên zirareke mezin dan me û micadela em bi hev ketin, em bûn dijminên hev.
Jê dêlî em tarîxa xwe, coxrafîya xwe, miletê xwe, ziman û kultura xwe, dîn û mezhebên miletê xwe, jimara lehçeyên xwe nas bikin, fêr bibin, tarîxa îslamê, alim, edîb û tarîxzanên îslamê nas bikin, me wexta xwe da nasîna, Marks, Engels, Lenîn, Mao, Stalîn, Rûsyayê, Çînê, Vîetnamê û milet û welatên din.
Me wexta xwe da gelek tiştên berradayî; heta me ji nezanî piştgiriya neyarên miletê xwe kir.
Şalê zarok û neviyên me ji van şaşiyên me dersê bigrin, ew jî eynî şaşiyan dubare nekin. Wexta xwe nedin îdeolojiyên ne bêfeyde, bi zirar, ne li gorî me.
Xelasiya me di xurtbûna nasyonalîzma netewî da ye, gerek em wê xurt bikin.
Emê bi ser kevin, miletê me ewê azad bibe, lê jêra xebateke baqiltir lazim e.

Baweriya bi serketina miletê me tam e. Belkî ewê hinekî din jî bikşîne, lê ewê bibe, Kurdistanê miheqeq çêbe !

XXX

Surprîzên jiyanê pir in, bêjimar in.

Jiyan, hin caran mafê hilbijartinê nade meriv, meriv nikane wek dixwaza dilê xwe bijî, meriv mecbûrî şiklê jiyanekê dibe. Ev jî cîlweya jiyanê ye.

Hedefa me, xeyala me ya 50-60 sal berê ne reva ji welêt, ne ev jiyana îro bû.

Em xortên îdîalîst, canfîda û xwedî bawerî bûn, lê hesabê me şaş derket, çapa me, zanîna me, hêza me têra serketinê nekir, em bi ser neketin. Di dawiyê da em bûn şahidên gelek trajediyên mezin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar