Zanîn însên maqûl, kibar, sergiran, bi edeb û bi kultur dike.
Li gorî Konfuçyus, her ku zanîna însên zêde dibe, tehamula wî ya ji cahilan ra
kêm dibe.
Her ku kultura wî zêde dibe, sebra wî ya ji qelebalixa vala ra kêm dibe.
Li gorî nîsbeta ûcdanê xwe li dijî neheqiyê radibe, ji neheqiyê aciz dibe.
Însanên zana, bi kultur, bi ûjdan, asofireh û xwedî nezaket di derûdorên wasat, tije cahil da nikanin bîna xwe bigirin.
Merivê bi qelîte tim û daîm bi tenê ye:
-Xeta wî sabît e, ji bo xatirê hinekan dev ji xeta xwe bernade.
-Ne sexte ye, samîmî ye, ji sextekaran, ji yên ne samîmî hez nake.
-Şexsîyeta wî sabît e, li gorî şexsan xwe naguherîne.
-Merivê bi qalîte dirist e, qîmetê dide diristiyê.
-Li gorî berjewendîya xwe bi însanan ra samîmî nabe, ne pûlperest e.
-Ne şelaf e.
-Di fikrê xwe da ne sistopisto ye, xwedî fikrê zela e, demagojiyê nake.
-Rastgo ye, wêrek e, ji rastgoyan hez dike.
-Dilê wî û devê wî yek e. Di dilê wî ra çi hebe, devê wî wiya dibêje.
-Nabe mirîd û pêlîstokê kesî.
-Ji tenêbûnê natirse.
Merivê bi kultur, ne kesê pir kitêban dixwîne, ne kesê gelek
zanîngeh qedandine, li gelek deran digere, dibîne, li mekanên bi qalîte rûdine,
bi însanên babet babetî ra radibe û rûdine û jiyaneka pir sosyal dijî.
Kultur, merivê bi kultur ne ev e.
Kultur; edeb e, sergiranî ye, heya ye, zanîna heddê xwe ye, zanîna li ku derê
ewê çi bibêje, çi nebêje, çawa hereket bike, dilpakî ye, diristî ye, nefsbiçûkî
ye û biçûknedîtina însên e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar