27 augusti 2026

Serokê Partîya Nû Ozgur Ozel jî şûrê Erdogan kişandiye


Hefteya borî bi fermana serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu, balafirgeheke Sûriyê ya li Îdlibê hat bombebaran kirin. Tirkiyeyê dest bi xebatên tamîrkirina wê kiribû.
Benjamin Netanyahu dibêje em qebûl nakin Tikriye li Sûriyê baregehên leşkerî ava bike; çimkî ev yek ji bo ewlehiya welatê me talûke ye.
Ne Erdogan tenê, serokê Partiya Nû(Yenî Patî)Ozgur Ozel jî him ji bombebarana balafigeha Îdlibê, him jî ji gotinên Netanyahu pir aciz bû û li Trabzonê got:
-Em li vir di nabêna xwe da bi dijwarî li dijî hev şer dikin, lê belê heger yek ji derve were û bixwaze me bikişîne nav siyaseta xwe ya navxweyî, ewê yekîtiya 87 mîlyon tirkan li hemberî xwe bibîne.

Wek tê dîtin mixalifê Erdogan yê herî antî-Erdogan jî ji Erdogan ne baştir e, gava mesele berjewendiyên netewî be ew jî wek şûrê Şamê li pişta Erdogan e.

Ozgur Ozel, mêrik di ser da kurd jî kirine tirk, gotiye ”tu yê 87 milyon tirk li hemberî xwe bibîne.”

Siyasetmedarên tirk di siyaseta hundur da, ji bo kursiyên meclîsê kanin li dijî hev bin, şerê hev bikin, lê li hemberî kurdan, li hemberî ”dijminên derve” tim bi hev ra ne, dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî û dibin destbirakên hev.

Wek xuya dike, Ozgur Ozel jî bi qasî Erdogan û Bahçelî dijminatiya Netanyahu dike, ew jî dagirkirina Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr diparêze.

Hukûmeta AKPê li dijî kurdan çi pêşniyar anîbe meclîsê Ozgur Ozel piştgirî dayê, rojekê negotiye dibê em ji Îraqê û ji Sûriyê vekşin, rojekê li dijî êrîşên ser gerîlla û Kurdên Kurdistana Rojeva derketiye; rojekê dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê şaş nedîtiye.

Yanî herçî siyasetmedarên tirk in, rastê wan, lîberal û demokratên wan, dîndarên wan, heta gelek çep û komunîstan wan jî li pişt siyaseta hukûmeta xwe ne. Guh nedin xirre-cirra nabêna wan a ji bo kursiyên meclîsê, şerê wan şerê dê û dotê ye, dibê em kurd bi demagojiyên wan nexapin.

Min navê partiya Ozgur Ozel ji bîr kiribû, min ji AI pirsî. Got Ozgur Ozel serokê CHPê ye. Min got şaş e, ew berê bû, nuha ne serokê CHPê ye, partiyeke nuh ava kiriye.
Uzrê xwe ji min xwest, got, ji ber vê şaşiya xwe ez lêborîna xwe ji te dixwazim, ezê xwe rast bikim. Tiştê te gotiye rast e, navê partiya Ozgur Ozel a nuh Yenî Partî ye, bi kurmancî Partîya Nû ye.
Programeke dijîtal wek însên fêm dike, şaşiya xwe qebûl dike û uzrê xwe dixwaze. Însan gelek caran hewqasî ne maqûl in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar