Sadî Şîrazî, merivê baş û merivê xerab pir kin û pir xweşik ji hev gerandiye, gotiye:
-Merivê baş kî ye?
Merivê baş ne kesê dilpak û pir saf e, xerabî qet nayê bîra wî. Merivê baş, haya wî ji her xerabiyê heye, zane çi xerab e, çi baş e, lê belê ew
rindiyê, başiyê tercîh dike û wiya bi cî tîne.
Merivê xerab jî wiha tarîf kiriye:
-Merivê xerab kî ye?
Merivê xerab, kesê ku bi xemgîniya însanên din rehet dike, kêfxweş dibe.Birêvebirên tirk û piraniyeke mezin ya tirkan bi xemgîniya me, bi kuştina me, bi bindestiya me, bi zulma li me dibe, kêfxweş û dilşa dibin û dixwazin em kurd tu carî ji bindestiyê dernekin, tim perîşan û bindest bin, tu carî nebin xwedî dewleteke netewî.
Dixwazin li her çar perçên Kurdistanê jî em heta û heta bindest bimînin, heta ku em wek milet diqedin, dibin faris, ereb û tirk.
Û ji bo ev xeyala wan, ev daxwaza wan were cî, çi xerabî ji destê wan tê dikin. Heger ne neyartiya tirkan û dewleta wan bûya, li Îranê, li Îraqê û li Sûriyê em ji zû da xelas bûbûn, nuha Kurdistaneke serbixwe hebû.
Yên nehîştine Kurdistan çê bibe, yên li her çar perçeyên Kurdistnê em heta nuha bindest hîştine tirk in, dewleta wan e.
XXX
Rojê ji hîvê ra gotiye:
-Ma em cîyê xwe bi hev biguherînin?
Hîvê gotiye:
-Tu yê kanibî tehamulî yên bi şev digrîn bikî?
Rojê gotiye:
-Tu yê kanibî tehamulî fikrên yên ji bo bigirîn li bende şevê
ne bikî?
Kes bi derdê kesî nizane. Lê baş e ku nizane, bizanibe derdê
girantir bibe.
XXX
Bêguman her kes di hilbijartinên xwe da azad e, lê belê
gerek meriv tehamulî netîceyên hilbijartinên xwe jî bike, ji netîceyan gazinan
neke.
Merivê aqilê xwe nexebitîne, aqilê wî ji kîsê xelkê be, koleyekî
teslîmî îradya hinekên din bûye. Gerek meriv tim xwedî îradeyeke azad be.
XXX
Wek mirîdên dîndar, mirîdên siyasî jî hene. Mirîd, kesê
îradeya xwe di îradeya murşîdê xwe da helandiye; gotina xoceyê xwe, şêxê xwe, lîderê
xwe di ser aqilê xwe ra digre, daxwaza şêxê xwe, xoceyê xwe û lîderê xwe ji
nefsa xwe, ji daxwaza xwe, ji îradeya xwe muhîmtir dibîne.
XXX
Artîst û rejîsorê kurdperwer Yilmaz Guney 42 sal berê, di 9ê
îlonê da li Parîsê wefat kir.
Yilmaz Gunbey kurdekî bi xîret, dildarekî azadiya miletê xwe bû. Ez wî bi hurmet bibîr tînim. Gorra wî behişt be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar