Serokekî çermsoran bi hêrs û bi dilşewatîyeke mezin ji keşêyê li kêlek fermandarê Îspanî
sekinî bû û li qetlîama miletê wî temaşe dikir ra got:
-Heger Xwedayê te, vê dagirkerîyê, vê zulma li qebîleya min dibe, vê qetlîamê
xweş dibîne û tesdîq dike, dibê tu baş bizanibî ew tiştê te bawerî pê anîye
ebeden ne Xwedê ye.
Meleyên tirk û ereb jî li dijî kurdan ne tenê pişgiriya artêşa xwe kirin, ji bona serketina wan li mizgeftan dua kirin.
Di dema dagirkirina Efrînê û Serê Kaniyê da, bi emrê Serokatiya Dîyanetê, li Tikriyê li mizgeftan Sûreya Fetihê (Sûret el-Feth)hat xwendin.
Meleyên ereb jî eynî tişt kirin, wan jî ji bo serketina çeteyên xwe, li dijî
kurdan li mizgeftan Sûreya Fethê xwendin. Çîroka me û ya çermsoran eynî çîrok
e.
Şîreteka çermsoran:
Tiştê tu zanî bibêje, lê bi hawakî wer nebêje fena ku tu
aqil didî yê hember.
Tiştên tên gotin baş guhdarî bike, lê bawer neke her tiştê tê gotin rast e.
Bêdengmayîn nayê maneya tu bi tiştekî nizanî. Zêdeaxaftin jî nayê maneya meriv
pir tiştan dizane.
-Ne kesî biçûk bibîne, ne jî kesî zêde mezin bibîne.
Biçûkdîtina însanekî kêmaqilî ye, pir mezindîtin jî tirsonekî ye.
-Seqet be, kût be, kerr be, kor be, lal be, lê tu carî ne
nankor û virek be.
Dibê meriv her tim ji dêlî jimarê qelîteyê hilbijêre.
Merivekî bi qelîte her tim ji jimara zêde girantir e.
Merivê xwedî şexsîyet dijmin jî li hember bi hurmet e.
-Cesaret ji aqil were cesaret e, ji nezanîyê were cehalet e.
-Aqûbeteke pir metirsîdar li bende ronakbîrên bi siyasetê ra
mijûl nabin, ewê ji alî cahilan ve werin îdarekirin
///Arîsto
-Bawerîya bi însanan wek xumarê ye, carnan meriv qezenc
dike, carnan ji meriv dihere.
-Tenê tiştekî rind heye, zanîn, tenê tiştekî xerab heye,
cehalet
///Sokrates
Ji ber ku dara giryazê hejîran nagire ma tu qet pê da xeyîdîye, te jê ra
gotiye, çima tu hejîran nagirî?
Dîtina hin kesan eynî wiha ye:
-Gur pîroz dike...
Kûçik teselî dike.
Ji berx ra jî dibêje, derbasî be…
Û ya herî xerab jî, hemû wî wek dostê xwe texmîn dike.
-Dibê meriv ji jahrê şîfayê, ji durûyan wefayê nepê
Du şelale hevdu nabihîzin, dema meriv konsantireyî tiştekî
dibe, tesîra kirinên kesên din li meriv nabe
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar