11 september 2026

Dibê meriv nebe mirîdê tu îdeolojiyê, tu şexsî

Bawerîya bi koranî ya bi îdeolojiyekê, ya bi xurafeyan, dîndarîyeke fanatîk aqilê aqil ji serê meriv dibe, meriv kerr û kor dike, meriv bêhiş û dîn dike. Dîn jî, îdeolojî jî, girêdana bi korî ya îdeolojiykê, ya şexsekî meriv dike mirîd. Mirîdên terîqetan, şêxan jî hene, yên partiyan û serokan jî hene.

Di nav me kurdan mirîdên terîqetan û şêxan jî pir in, yên serok û partiyan jî pir in.

Murşîdên wan, serokên wan çi bikin wan qebûl e, halanan tê hildidin û jê ra li çepikan dixin, dibêjin ”bêyî serok jiyan nabe.” 
Jiyana bindestiyê, bêdewletiyê qebûl dike, nabêje ez vê jiyanê qebûl nakim, dibêje "bêyî serok jiyan nabe". Bîr nabe, serok li derva be jî bindest e, wek wî ew jî êsîr e. 


 XXX

-Hûn tim li serokan digerin, li merivên bêxeta, bêkêmasî, bi hêz.

Yên wiha qet tune ne, tenê kesên wekî we hene. Dijîn, diguherin, tiştekî li pey xwe dihêlin û dimrin. Serok(lîder)tune ne, tenê hûn hene. Miletekî bi hêz dom dike, daimîye.

-Heger ji bona gel edalet tunebe, gerek ji bona hukûmetê jî aştî tunebe

-Cehalet û tarîtî, ji bona zordaran bêyî kerîyên koleyan ne tiştekî din e

-Ji dêlî jiyaneka li ser çongan, mirineka ji pê hîn baştir e.

Emîlîo Zapata

XXX

Kes li yê xwar naxîne, lê belê heger tu wek tîrê rast(tîk) bî, serê xwe ji kesî ra netewînî yên li serê te xînin ewê pir bin.

-Di jiyanê da tecrûbe tiştê herî biha ye, çimkî ji bona meriv wê qezenc bike, berê ji meriv here, dibê meriv bedelekî bide.

-Axaftina hindik hîkmetê, xwarina hindik sihetê bi xwe ra tîne.

 -Çi were berdevê meriv gerek meriv nebêje, merivê cahil her tiştê tê ber dev dibêje. Çi were ber meriv gerek meriv nexwe, xwarina her tiştî  karê heywîn e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar