Gelek ronakbîr, sîyasetmedarên çep û îslamî ji piştgiriya tevgera kurd a netewî bêtir, xwe ji tevgera filîstînîyan ra dirûçikînin. Camêrekî ji kurdan ra gotiye, "gerek kurd piştgiriya hereketa filîstîn a netewî bikin, gerek tevgera kurd Îsraîl rexne bike, ev yek mecbûrîyeteke însanî, tarîxî û exlaqî ye..."
Di nav 400-500 milyon ereb da ez bawer nakim erebek jî ji ereban ra, ji filistîniyan ra bibêje, piştgiriya kurdan wacibeke filistîniyan û ereban ya tarîxî û exlaqî ye, dibê filistînî li pişt tevgera kurd a netwî bin û Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê û Îranê rexne bikin.
Lê di nav kurdan da bi sedhezaran kesên vê temîyê û şîretê li kurdan dikin hene; dibêjin piştgiriya tevgera filîstîniyan wacibekî kurdan yê însanî û exlaqî ye.Lê vî wacibê exlaqê li ser filistîniyan ferz nakin, ji filistîniyan ra nabêjin, gerek û dagirkerên welatên kurdan rexne bikin.
Ev kesên han, dixwazin kurdan wek mîqnatîzê bi filistîniyan va bizeliqînin, bikin leşkerên filistîniyan, bikin bastonê destê filistînîyan...
Gelek çep, îslamîst û dîndarên me bûne lobîîst û delalên flistînîyan, ji miletê xwe bêtir, ji filisîtnîyan ra dixebitin; ji Tikriyê, Îraqê, Îranê, Sûriyê bêtir, Îsraîl rexne dikin.
Berdevkîya, abûqatîtiya filistînîyan kozmopolîtîzma çepgir e,
her tim ji gelê xwe bêtir, xwe weqfî micadela gelên din dike, piştgirîyê didin
nasyonalîzma miletên din, lê li dijî nasyonalîzma miletê xwe derdêtên, xwe jê dûr
dixînin, dibêjin nasyonalîzm xerab e.
Halê kurdan ji yê filistînîyan gelkî xerabtir e, li gel vê jî gelek îslamîst û çepên
me wexta xwe, enerjîya xwe didin filistînîyan, nadin gelê xwe.
Îdeolojîya
çepîtîyê û îslamîzmê ew gêj, bêhiş û kor kirine, bûne Eloyê Xemxur; neketine derdê miletê xwe, ketine derdê filistînîyan, bûne şervanên, canfîdayên filistîniyan.
Tu dibêjî belkî li dinyayê zulm li filistînîyan tenê dibe, filistînî tenê ji
bo serxwebûnê micadelê didin.
Halê kurdan û yê gelek miletên din ji yê filistînîyan pir xerabtir e. Filîstînî xwedî gelek mafên netewî ne, bi zimanê xwe perwerde dibin, li dinyayê statuyeke wan heye. Yê kurdn li Tirkiyê dibistaneke wan tune ye, hebûna wan nayê qebûlkirin.
Kesên tenê ji bo filistînîyan xemxur in, dilşewat in û ji bo kurdan xemsar in, kozmopolîtên
dijberê berjewendîya gelê xwe ne; bêşiûr in, korfahm in.
Kesên piştgiriya tevgera filistînîyan ji ya miletê xwe girîngtir,
evzeltir dibînin di bin bandora hegemonya kulturî, siyasî ya ereb, tirk û
farisan da mane, aqilê wan ne ji kîsê wan e, ji kîsê xelkê ye.
Kurdên enternasyonalîst, yanî kozmopolît, gava dor tê ser
kurdan dibin enternasyonalîst, ji bo gelê xwe serxwebûmê, dewletê naxwazin, lê ji bo filistîniyan dibin alîgirên tund ên serxwebûnê, dewletê
dixwazin. Ji filistîniyan ra masîgirin, ji miletê xwe ra ne kûsîgirin jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar