Li Kurdistana Bakur em pir bi lez asîmîle dibin, di nav
kultura tirkan da dihelin, dibin tirk. Ev, rastîyeke pir bi êş û tahl e, ne mezinkirina
meselê ye; em dihelin, dibin tirk.
Asîmîlasyon ne tenê fêrbûna zimanekî din e; dagirkirina hiş e, wendakirina
hafizeya dîrokî ye, teslîmbûna kulturî ye. Miletê asîmîlasyonê qebûl dike, hebûna
xwe, paşeroja xwe radestî xelkê dike û wek milet dawî li hebûna xwe tîne.
Asîmîlasyon, siyaseta windakirina miletekî ye; pêvajoya helandinê
û tunekirina nasnameyê, kultur, ziman û tarîxa miletekî di nav civat û kultura miletê
serdest da ye. Bi kinî, asîmîlasyon ji bona miletekî tê maneya mirinê; zimanê
miletekî, kultura miletekî, folklora miletekî, muzîka miletekî ji ruyê dinyayê
radibe.
Tiştê dewleta tirkan anîne serê me ev e, me ji ruyê dinyayê radikin, hedefa wan
ev e, ji bo vê yekê dixebitin.
Asîmîlasyon ”mirina sipî”ye. Yanî bêyî qetlîamên mezin
çêbibe, bêyî xwîn birije miletek ji kok û cewherê xwe, ji kultura xwe, ji
zimanê xwe tê qutkirin, dihele, dibe mîna miletê serdest.
Dema miletek rastî asîmîlasyonê tê, ne tenê zimanê xwe, şêwaza
fikrê jî, nirxên xwe yên pîroz û paşeroja xwe jî ji dest dide.
Frantz Fanon, di kitêba xwe ya navdar ”Çermê Reş, Maskeyên Sipî"
da dibêje, kolonyalîzm hişê merivên bindest dagir dike. Dema merivê bindest
ziman û kultura miletê serdest qebûl dike, maskeyekê dide ber ruyê xwe û xwe ji
cewherên xwe, ji kultura xwe qut dike . Li gorî Fanon, asîmîlasyon şerê
psîkolojîk yê herî mezin ê li ser rûmeta însanekî ye.
Parastina ziman, parastina hebûna miletekî ye, dema
asîmîlasyon bi ser keve milet jî diqede, dibe miletekî din.
Em vê rastîyê bi çavên xwe dibînin, bi milyonan kurd asîmîle bûne, bûne tirk. Înkarnekirineslê
xwe vê rastiyê naguhere.
Çimkî zimanê wan, kultura wan, muzîka wan, edebîyata wan, her tiştê wan êdî bi
tirkî ye. Ew bûne malê kultura tirk.
Dibê em rê li ber vê felaketa netewî bigrin, kurdên mane ji mirinê, ji tirkbûnê
xelas bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar