Fîlozofê bi nav û deng Îbn Ruşd gotiye, ”Heger hêk bi hêzeke ji derve bişkê dawî li jiyanê tê, heger bi hêzeke ji hundur va bişkê jiyan dest pê dike. Çimkî guherînên rastîn hemû ji hundur dest pê dikin.”
Li Tirkiyê li hemberî dîktatoran, li hemberî zulmê tu carî
ji hundur serîhildan çênebûye, lema jî sed sal e Tirkiye neguherî ye, paş da
çûye pêş da neçûye.
Liberxwedana kurdan, şerê kurdan yê ji bo azadiyê û demokrasîyê têra guherandina Tirkiyê nake, jê ra destega tirkan lazim e.
Miletê tirk demokrasiyê, azadiyê, wekhevîyê, edaletê naxwaze.
Dibêje heger demokrasî, azadî, wekhevî, edalet hebe kurdê ji viya feydeyê bibînin û Tirkiye ewê perçe bibe.
Sed sal e bi vê fikrê û sebe li hemberî serîhildanên kurdan, tirk piştgiriya dewleta xwe dikin.
Ji bo wê jî li Tirkiyê pantirkîzim, tevgera
antî-kurd tim pir xurt e, dewlet jî destegê dide vê hereketa irqçî, faşîst,
antî kurd.
XXX
Artîst û rejîsorê kurdperwer Yilmaz Guney 42 sal berê, di 9ê
îlonê da li Parîsê wefat kir.
Yilmaz Gunbey kurdekî bi xîret, dildarekî azadiya miletê xwe bû. Ez wî bi
hurmet bibîr tînim. Gorra wî behişt be.
XXX
Fermandarîya hêzên Amerîkayê (CENTCOM)di beyanekê da gotiye
wan 5 keştiyên Îranê yên petrolê binav kirine.
Artêşa Urdinê jî gotiye wan 18 fuzeyên Îranê yên balastîk
xistine, di heb jî li qadên vala ketine.
Ev êrîşên Îranê û lêdana Amerîkayê tê maneya şer ewê
berdewam be. Lihevhatin çênebe, şer dom bike baş e, tiştek bi Amerîkayê, bi
welatên ereb nayê, dawîya dawî rejîma meleyên celad, xwînxwar ewê birûxe.
XXX
Her kes di hilbijartinên xwe da azad e, lê belê gerek însan
tehamulî netîceyên hilbijartinên xwe jî bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar