08 september 2026

Çîroka lampa min û gera min a îro


Min îro îzna xwe ji xanimê girt û min bi tenê berê xwe da çarşiya Stockholma xopan. Îzin neda minê fîrar bikira, çimkî min biryara xwe dabû ez bi tenê herim.

Dema me mal bar kir, lampa min a ser masê ji destê min da ket, cama wê şikiya. Ji bo ku jê ra camekê/şermekê bikirim gerek biçûma bajêr, li camê bigerîyama. Lampeke antîk e, pir jê hez dikim. Lê min cam nedît. Dewla min bi avê neket. Lê ezê lê bigerim.

Min got hey ez hatime bajêr, ka ez bîstekê lê bigerim, herim hin cî û mekanên di salên 1980-1990î da em diçûnê bigerim, hela ka hîn mane ya nemane.

Berê ez çûm avahiya PUBê. Berê mexazeyên baş, yên kincên marqe, bi qalîte difrotin tê da bûn.
PUB di sala 1882a da ji alî  Paul Urbanus Bergström va hatiye lêkikrin. Di wexta xwe da mexazeyeka meşhûr bûye. Di dema me da jî meşhûr bû.
Çend dikanên baş tê da hebûn, min tiştmişt, kinc, bawil, seet, çente, tiştên wiha ji wir dikirî. PUB hatibû girtin, kirine otêl, aşxana û pastexane.

PUB di wexta xwe da mixazeyeke meşhûr bûye.

Vladimir Lenin, di sala 1917a da berî derbasî Rûsyayê bibe, di 13ê nîsanê da ji Îsvîçreyê hatiye Swêd, rojekê li Stockholmê maye û ji PUBê alvêr kiriye.

Gava hatiye Stockholmê ji bo ku derbasî Rûsyayê bibe, hevalên wî yên swêdî Ture Nerman û Fredrik Ström bala xwe danê sol û kincên Lenîn pir kevn û qetyayî ne. Nexwestine rêberê şoreşê bi sol û kincên kevn bişînin Rûsyayê. Ew birine PUBê jê ra cotek qondere û taxim kincê baş kirîne.
Ew şewqeyê wî yê meşhûr jî li Stockholmê, li mixaza PUBê hatiye kirîn.

Li gorî qeydên dîrokî, qatlixê/qostumê sê perçeyî(çakêt, êleg û pantor) sosyalîstên swêdî jê ra bi100 kronê swêdî yê wê demê kirîne. 100 kronê wê demê bi kêmanî 4000-5000 hezar kronê nuha ye. Sosyalîstan di nav xwe da top kirine û ew bi qatek kincê nuh, bi qalîte şandine Rûsyayê. Bi wî şewqeyî gelek rismên wî hene.

Nazim Hîkmet jî di temûza 1958'a da dema ji bo Kongreya Aşitiyê hatiye Stockholmê, wî jî ji PUB'ê ji xanima xwe ra cotek sol kirîye. Yanî wî jî li PUBê hin tişt kirîne.
Nuha jî ez vegerim ser gerra xwe.
Li PUBê, piştî min ji xanima resepsîyonê hin agahî girt, ez çûm Hogtorgshallenê; çarşiyeke binerdê ye. Min nas nekir. Restore kirine, pir xweş kirine. Konsept hîn ya berê ye, aşxane, fêkîroş, beqal, qesab, dikanên penêrfiroş, şîranîfiroş, qehwe û çayfiroş hîn di ciyên xwe da bûn.
Dikaneka yûnanîyan tê da hebû, min penêr û zeytûn ji ser dikirî.
Min dît hîn di ciyê xwe da ye. Min ji xanimê ra got, 46 sal berê ez dihatim vir, min zeytûn û penêr dikirî. Got rast e, ev dikna pir kevn e.
Min zeytûn, mişmiş û mewîjên reş kirî.
Li wê mintiqî hinekî viz bûm, gelek dikan, mixaze guherîbûn, bûbûn tiştekî din.
Ji wir çûm Gamla Stanê. Bîstekê li wir jî gerîyam. Rastî fêkîfiroşekî derve hatim. Min dît hejîr li ser hene. Îsal hejîr hîn bi debê min nebûye. Hejîrên wek lepan bûn, min 4 heb kirî; 4 heb bi 50 kronî bû. Min hinek încaz û şiftelî jî kirî û dûra berê xwe da malika xwe.
Li ciyê me yê berê, li Albyê bazara derve hebû, her tişt li ser hebû. Payizê min têr hejîr dixwar.
Li vê herêma me ya nuh, bazara derve tune, marketên swêdî jî hejîran naynin. Carnan bînin jî kerrik in, nayên xwarin.
Bi kurtî ez îro hinekî gerîyam û min çend derên xweş dîtin. Û bi vê minasebetê min li ser Lenîn û Nazim Hîkmet jî agahiyek xweş da we.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar