Nivîskar Xelîlê Dihokî do li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî kitêba Sidqî Hirorî ya dawî, "Antolojiya Romanên Kurdî" da nasandin.
Civîn piştî nîvro seet di 14.00a da bû, mixabin fersend çênebû herim civînê.
Rohat Alakom di platforma Xê da li ser kitêbê ev agahdarî daye şopînerên xwe:”Nivîskar Sidqî Hirorî îro li Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê berhema "Antolojiya Romanên Kurdî" (2026) da nasandin.
Wî di vê pirtûka kêrhatî de cîh daye 116 berhemên 61 nivîskarên kurd (50 mêr, 11 jin) ku di navbera 1988-2020an de li Başûr bi kurmancî nivîsîne (bi tîpên erebî).”
Sidqî Hirorî bi vê kitêba xwe karekî pir baş kiriye. Bi vê antolojiyê xwendevan,
kurdên beşên her çar beşên Kurdistanê kanin bi riya vê antolojiyê nivîskarên
kurmanc û romanên wan nas bikin. Ji bo wê jî xebateke pir baş e û bi feyde ye.
Sidqî Hirorî nivîskar, rojnamevan û şair e, di sala 1956a da
li Kurdistanê Başûr li gundê Hirorê ji dayik bûye. Lê li Mûsilê mezin bûye.
Heta lîseyê li wir xwendiye.
Di sala 1986a da ji bo xwendina bilind çûye Polonyayê. Di
sala 1992a da li Zanîngeha Warşovayê beşa rojnamevaniyê qedandiye.
Ji sala 1992a vir va li Swêdê dijî.
Sidqî Hirorî destpêkê bi şiîrê dest bi nivîsandinê kiriye,
lê paşê giranî daye ser çîrok û romannûsînê.
Berî vê kitêbê 11 berhemên Sidqî Hirorî yên çapbûyî hene.
1. Dîmenek ji çîroka jiyana min, yek kurteçîrok, 1985.
2. Momkeka nevemirî, kurteçîrok, 1986.
3. Çend hozanekên nenavkirî, helbest, 1986. 4. Qereç û
dilber, helbest, 1989.
5. Kurê Zinarê serbilind, roman, 1996.
6. Evîn û şewat, roman, 1998.
7. Ez û Delal, Min bi tenê nehêlin, roman , 2007.
8. Ez û Delal, Li ser rêya evînê, roman, 2017.
9. Xewn jî qedexe ne, çîrok, 2023.
10. Qebîna hestan, helbest, 2023.
11. Serpêhatîyên jyana min, nivîsîna Îsmet Şerîf Wanlî, wergera ji erebî Sidqî
Hirorî û Newzad Hirorî, 2014.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar