23 augusti 2026

Tirkiye 371 malbatên ji Ukranyayê li Betlîsê û li Erzînganî bi cî dike

Xaniyên dewletê li Xelatê ji mahcirên ahîskî ra çêkirine

Tirkiyê 371 malbatên mahcirên ahîskayî ji Ukranyayê anîne li qeza Betlîsê, li Xelatê û li Erzînganê bi cî kirine.
Partîyên kurdî, sîyasetmedar û ronakbîrên kurd li hemberî guhertina demografîya Kurdistanê çima bêdeng in?
Du sal berê jî 218 malbatên tirkên ahîskî dîsa li Xelatê, li wê herêmê bi cî kiribûn.
Di nabêna salên 1980-90î da jî gelek malbatên ozbek ji Afganîstanê anîn li Serêkaniyê bi cî kirin.

100 sal e tirk bi anîna mahcirên ji Balkanan û ji Kafkasan, ji Çînê û ji hin welatên din dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin, kurdan li welatê wan bikin hindikayî û mahcirên tînin bikin piranî.

Di vê hedefa xwe da pir jî bi ser ketine, gelek bajar ji dest kurdan derxistine.

Hedefa guhertina demografîya Kurdistanê ya hemû hukûmetan bûye, kî hatiye ser hukim eynî siyaset meşandîye.
Lê hukûmeta Erdogan bêtir zor daye vê meselê, ji bo wê jî bi sedhezaran mahcir li Kurdistanê, li herêmên sitratejîk bi cî kirin.
Tirk di siyaseta xwe ya guhertina demografîya Kurdistanê da xwedî sitratejiyeke millî ne.
Lema her hukûmet vê siyaseta guhertina demografîya Kurdistanê ya antî-kurd bi pilan, gav bi gav dimeşîne.
Tirk di vî warî da serketî ne, li gelek bajarên Kurdistanê bi bicîkirina mahciran demografiya Kurdistanê guhertine, kurd bûne hindikayî.
Bi milyona mahcir li Wanê, li Xarpêtê, li Erzînganê, li Erzeromê, li Mûşê, li Meraşê, li Rihayê û li hin bajarên din bi cî û war kirine.
Çaxa meriv bindest be, ne xwedîyê welatê xwe ye, ne xwedîyê bajarê xwe ye.
Dilê dijmin çi bixwaze wiya dike û tu nikanî tiştekî jî bikî.
Hukûmeta AKPê li ber çavê me demogarafiya welatê me diguherîne, bi milyonan mahciran ji vir û ji wir tînin, li welatê me, li herêmên sitratejîk bi cî dikin, em nikanin vê dagirkeriya bi riya mahciran bisekinînin.
Partiyên me jî deng nakin. Dibê partiyên me li hemberî vê dagirkeriya bi riya koçberan bêdeng nemana, ev yek protesto bikirana, di meclîsê da qiyamet rakirana.
Çima van mahcirên Ahiskayê nabin li bajarên tirkan bi cî nakin?
Dibê partiya DEMê, partiyên din vê pirsê ji hukûmetê bikin, bibêjin çima hûn mahciran tim li Kurdistanê bi cî dikin, çima hûn li Tirkiyê belav nakin?
Gerek partiyên kurdî giş bi hev ra li dijî guhertina demografiya Kurdistanê derkevin û vê siyaseta hukûmetê protesto bikin, ji hukûmetê hesab bipirsin.
Li hemberî vê dagirkerîyê bêdengiya pariya DEMê û partiyên din, siyasetmedar û ronakbîrên kurd, medyaya kurdî sûcekî giran e, dibê her kes qala vê dagirkeriyê bike, protesto bike, milet şiyar bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar