22 augusti 2026

Tirk hîn nehatine nuxta mecbûrîyetê

Heta nuha kes di bin siya ”dara xweziyê” da rûneniştiye. Bi xwezîyê dest nagihîje baqên kezîyê.

Bi înşela, bi hêvî dikim tirk tu carî dev ji irqçîtiya xwe ya li hemberî me bernadin û mafên me yên netewî nadin. Gerek MECBÛR bibin. Nuha hîn nehatine wê nuxtê, dibê em hinekî din jî zorê bidin wan. Hesin hîn baş nehatiye tawê.

Her ketinek, her têkçûnek piçek aqil û dersekê dide meriv. Tiştên di 50 salê dawî da hatin serê me mişt ders û ibret in. Gerek em baqiltir bûbin, şaşiyên xwe dubare nekin.

Ker bi kertiya xwe li ciyekî têkeve heriyê, heft salan ji wir derbas nabe.

Di 50 salên dawî da tirajediyên hatin serê me hêvî dikim feydeyek gîhandibin me.

XXX

Rûdawê ji navdêra KENDAL ra, bi tirkî jê ra dibêjin "UÇURUM", gotiye, ”DÛLÊR”. Xeber wiha ye:

”Li eyaleta Maharashtrayê ya Hindistanê ciwanekî 19 salî ji bo deynê telefonê bi malbata xwe re nîqaş kir û pişt re tevî dê û bavê xwe ji

dûlêrê ketin û tev mirin.”

Em dibêjin KENDAL. Hevraz û terezîn jî heye. ”DÛLÊR”ê cara pêşî ye dibihîzim. Gelo hin kurd bi rastî ji kendalê ra dibêjin ”DÛLÊR”, ya jî ev navdêr îmalata Rûdawê ye?

Heger hin kurd ji kendal ra dibêjin ”dûlêr”, kîjan herêm e?

XXX

Em li hemberî pênc dêwan şer dikin Sanchoyê hêja: Bindestî, zulm, tirs, cehalet û xiyamet.

Têkbirina wan ne rehet e, karê me pir zor e, jê ra zanîn, jîrî, fedekarî û yekîtî lazim e. Ew jî zor e.

XXX

Nivîskar Xelîl Dihokî îro li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî kitêba Sidqî Hirorî ya dawî, "Antolojiya Romanên Kurdî" da nasandin.
Sidqî Hirorî kitêba xwe ji beşdaran ra îmze kiriye.
Civîn piştî nîvro seet di 14.00a da bû, mixabin nikanîbûm herim.
Sidqî Hirorî nivîskar, rojnamevan û şair e, di sala 1956a da li Kurdistanê Başûr li gundê Hirorê ji dayik bûye. Lê li Mûsilê mezin bûye. Heta lîseyê li wir xwendiye.

Di sala 1986a da ji bo xwendina bilind çûye Polonyayê. Di sala 1992a da li Zanîngeha Warşovayê beşa rojnamevaniyê qedandiye.

Ji sala 1992a vir va li Swêdê dijî.

Sidqî Hirorî destpêkê bi şiîrê dest bi nivîsandinê kiriye, lê paşê giranî daye ser çîrok û romannûsînê.

Berî vê kitêbê  du berhemên wî hene:
-Ez û Delal / Li ser rêya evînê

-Xewn Jî Qedexe ne (çîrok)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar