24 augusti 2026

DADE-Destana Veşartî ya Jineka Têkoşer


Do bi şev li Stockholmê, li Fîlmhusetê, fîlmê dokumenter  yê bi navê "DADE" yê li ser jiyan û têkoşîna Hêro Îbrahîm Ehmed, xanima Mam Celal Talabanîyê rahmetî hat nîşandan. Ez jî hatibûm ezimandin. Salona li dora 500 kesî tije bû.

DADE, yanî dayê, ji ber ku pêşmergeyan tim jê ra gotine DADE, ji bo wê jî navê dokumentera li ser jiyana wê jî kirine DADE.
Navê fîlm bi temamî, "Dade; Destana Veşartî ya Jineka Têkoşer"e.

Fîlm balê dikişîne ser tarîxa têkoşîna jinên kurd û bi taybetî jî rola Hêro Îbrahîm Ehmed; carnan jî jê ra gotine, Hêro Xan û DADE.

Dokumenter li ser çalakî, xebatên herêmî û navneteweyî yên Hêro Xan e. Di warê siyasî, pêşmergetî, medya, alîkariya mirovî, ya bi zarokan ra û di warê kulturî da Hêro Xanê çi xebat kirine bi kurtî nîşan dide. Gelek kesên wê nas dikin, pê ra xebitîne dîtinên xwe yên di heqê wê da dibêjin.
Gava meriv li wan kesan guhdarî dike, meriv dibîne Hêro xanim jineka çiqasî hêja, fedekar, xebatkar û dildara welat û miletê xwe bûye.

Di fîlm da dîmen û belgeyên serdemên dijwar ên şoreşê û têkoşîna gelê kurd bi kamereya wê hatine komkirin û ji me ra bûne belgeyên tarîxî.

Di fîlm da meriv dibîne, DADE-Hêro Xan, ne jineke tirsonek ya li dû rehetiya xwe bûye. Ew bi Mam Celal ra, bi pêşmergeyên qehreman ra, li serê çiyan, kamera di dest da mil bi mil xebitiye, şerê pêşmerge, êrîşên dijmin giş bi kamereya xwe kirine belgeyên tarîxî.
Hêro Xan, siyasetmedar, pêşmerge, çalakvan û rûmeteke mezin a gelê  kurd e.

Ew keça nivîskar û siyasetmedarê navdar Îbrahîm Ehmed û xanima serokê YNKê û serokê Îraqê yê berê Mam Celal Talabanî ye.

Hêro Xan, di tarîxa Kurdistanê ya nûjen da wek sembola jineka şervan, mirovhez, kurdperwer, canfîda tê qebûlkirin.
Ev fîlmê dokumenter(DADE) beşekî xebata wê nîşan dida.
Di fîlm da xalên herî girîg, Hêro Xan bi kamera xwe bûye çavê şoreşê. Di dema komkujî û enfalkirina gelê kurd da Hêro Xan li serê çiyan dîmenên êşa miletê xwe û hovîtiyên dewleta Îraqê bi kameraya xwe top dike, dike belegeyên tarîxî.
Bi xêra kameraya wê cîhanê tawanên li dijî miletê kurd dît, jê haydar bû.
Gelek caran medyaya cîhanê pê ra hevpeyvînê dike, ew bi îngilîziya xwe ya mikemel wahşeta dewleta Îraqê û perîşaniya miletê xwe radixe ber çavan.
Hêro Xan, di warê medyayê û kulturî da, di warê alîkariya bi zarokan ra jî jineka pir aktîv û pêşeng bûye. Ji zarokan pir hez kiriye, tim xwestiye alîkariya wan bike. Carê ji bo tedawiya zarokê malbatekê pere lazim bûye, gotiye heger we pere temîn nekir, erebeya min bifroşin.
Piştî raperînê, di damezrandina dezgehên medyayî da, wek telewîzyona Kurdsatê roleke pêşeng lîstiye.
Bi taybetî jî di piştgiriya karên hunerî, kulturî û parastina mafên zarokan da keda wê pir mezin bûye.

Fîlm nîşan dide jin çawa kanin di astên herî bilind ên siyasî, şoreşê û karên kulturî û civakî da xwedî rol û bandor bin.
DADE-Hêro Xan, jineke zana, jîr, fedekar, dildara milet û welatê xwe ye, ji bo azadiya miletê xwe bi Mam Celal ra, bi pêşmergeyên qehreman ra mil bi mil şer kiriye û bi kamereya xwe hovîtiyên neyarên me nîşanî cîhanê daye.
Mam Celal dibêje, Hêro Xan, jineka serbixwe bûye, ew û Mam Celal gelek caran wek hev nefikirîne; tu carî bindestî qebûl nekiriye. Ji bo jî navê xwe nekiriye Hêro Talabanî, navê wê wek Hêro Îbrahîm Ehmed ma.
Kurdên Kurdistana Başûr Hêro Xanê baş nas dikin, haya wan ji têkoşîna wê, ji kar û micadela wê heye. Di fîlm da, li gel gelek kesan, Nêçîrvan Barzanî jî gelkî pesnê Hêro Xanê dide û pir başî, bi hurmeteke mezin qala wê û xebatên wê dike.
Kurdên Kurdistana Bakur Hêro Xanê nas nakin, dibê ev fîlmê dokumenter li Kurdistana Bakur jî were nîşandan; dibê kurdên Kurdistana Bakur jî Hêro Xanê nas bikin.
Hêro xanim 78 salî ye, nuha giran nexweş e, jê ra şîfayê û temenekî dirêj dixwazim. Hêvî dikim di demeke nêzîk da baş bibe…

Derhênerê fîlm: Fîlm ji alî Goran Azad ve hatiye çêkirin.

Amadekar: Aso Qazî ye.

Weşandin: Fîlm di pîrozbahiya rojbûna Hêro Îbrahîm Ehmed da (Hezîran 2026)ji aliyê Weqfa Serok Mam Celal Talabanî ve hatiye nîşandan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar