Merivê baş û xeraban, kesên pîs û pak çawa nas bike, çawa ji hev bigerîne?
Naskirina însên pir zor e, karekî ne hêsa ye; carnan meriv di hilbijartina xwe da bi îsabet e, carnan jî ji kok da şaş e.
Gelek kesên ji dûr va pir muhîm xuya dikin gava meriv wan
hinekî ji nêzîk va nas dike, meriv xeyalşikestî dibe, meriv dibîne ne tu meriv
bûne, dibêje xwezî min nas nekira.
Lê hezkirina ji merivê ne layiqî hezkirinê jî şaş e, meriv nas bike baştir e.
Li alî din dibê meriv viya jî ji bîr neke, belkî ew kes jî di heqê meriv da
eynî tiştî difikirin, ew jî meriv ne layiqî hezkirinê dibînin.
Yanî başî û xerabî hinekî îzafî ye, li gorî însanan diguhere, ji bo min yekî xerab, ji bo yekî din
kane yekî baş be, ev yek girêdayî qerekter û exlaqê meriv e.
XXX
Hûn kevirekî hezar carî jî bavêjin hewa hûn nikanin wî fêrî
firînê bikin. Enerjîya xwe ji bona tiştên baş xerc bikin. Wexta xwe bidin
merivên baş, dirist. Ji kevir çivîk, ji çivîkê jî kevir çênabe.
XXX
-Tu nikanî li hemû tirênan siwar bî. Tu yekê hildibijêrî,
dev ji yên din berdidî.
Meriv fikrekê, siyasetekê, karekî, mijûliyekê, felsefeyeke jiyanê ji xwe ra
hildibijêre. Gava dev ji wê berde jî dîsa yekê hildibijêre û dev ji yên din
berdide.
XXX
Xwezî însan bi qasî ku mirîyê xweşikiyê ne, hewqasî jî
mirîyê diristîyê bûna.
Konfuçyus
-Heger ji însanekî her kes nefret dike li ortê sebebekî dibê
meriv li ser bisekine heye. Heger ji însanekî her kes hez dike rewş hîn bi
şiktir e
///Konfuçyus
Serîyê her kes jê hez bike ne tu serî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar