Bîstek berê di Facebookê da rastî van herdu fotoyan hatim. Li gundê me Malwêrîn jî li orta gund, li pişt xaniyê kalikê min qûnçeke wiha, lê hinekî bilindtir çêkiribûn. Me jê ra digot QÛNÇA LEGLEGÊ.
Legleg her sal dihatin li ser qûnça xwe ya hazir, hêlîna xwe tahmîr û nuh dikirin. Heta dawiya havînê, destpêka payizê li wir diman, piştî çêlikên xwe bi firrê dixistin, berên xwe didan welatên germ û germîyanê, Afrîqa Başûr û Rojhilat.
Ez bawer nakim ew qûnç hîn mabe. Însan pir bûne û qûtên leleg pê bijîn wek berê nemaye.
Heta salên 1980-90î erd tije mar, marîjok, gumgumok, sihorîk bûn.
Xweza xweş bû, av pir bû.
Her car marek, nêçîrek dianîn, di hêlînê da ji kêfa dibû leqleqa wan, serên xwe di hev didan, nêçîra xwe pîroz dikirin.
Legleg û çêlik tu carî birçî nediman. Lê nuha li gund ne kanî, erq û mest mane, ne jî qûtê lelgleg pê bijî heye. Lema belkî leleg belkî êdî naçe Malwêrîn û wan gundan.
XXX
-Em ji însanên din bêtir ji xwe hez dikin, lê belê gelek caran em ji fikrê xwe zêdetir qîmetê din fikrên kesên din.
Marcus Aurelius
Û ew fikir jî gelek caran fikrên ne baş û bi zirar in, meriv
jê zirarê dibîne.
Hinek dû ra bi vê şaşiya xwe dihesin, dev jê ber didin,
hinek jî wek qîrê pê va dizelikin, heta mirinê dev jê bernadin.
Hinek kanin dev ji cixarê berdin, hinek jî nikanin; ya jî
gava diterikînin êdî pir dereng e…
XXX
Gava ez xeberên li ser şehadeta van zarokên me yên canfîda
dibînim kezeba min dişewite. Rojê navê 40, 50 gerîlayln 7,8, 10 sal berê şehîd
bûne eşkere dikin. Hey zalimno, çima heta nuha we ji malbatên wan veşartin?
Belkî jî piraniya wan we kuştibe!
Merivê çawa bawer bike we nekuştine, di şer da şehîsd
ketine?
Gorrên wan, hestîyên wan li ku ne?
Ma hewqas keç û lawên kurd yên herî fedekar û canfîda ji bo
entegrasyona bi tirkan ra şehîd ketin?
We xwe hetikand !

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar