Heger tu bibêjî belkî rûvî yekî dilpak û dirist e û tu wî
bikî berpirsiyarê çiftligê(çewligê), gava mirîşkek jî di pînê da nema, dibê tu li çonga xwe
nexînî û nekî ax û wax û ji rûvî gazinan nekî…
Çimkî rûvî tiştekî dûrî aqil nekiriye, rûvî li gorî tebîeta xwe hereket kiriye. Dibê te bizanibûya, heger rûvî bibe berpirsiyar û şivanê mirîşkan ewê wan bixwe. Gava rûvî dest bi wazê kir, dibê hûn li mirîşkên xwe biqate bin!
Tu merivê xerab bikî berpirsiyar, siyasetmedar û serokê xwe ewê ji te ra karekî baş neke, ewê te şok bike...
XXX
Psîkolojiya kerî ji bo civatekê, ji bo hêzeke siyasî malwêranî ye!
Çimkî napirse, tetkîk nake, naxwîne, lêkolînê nake, nabêje ev meriv yê vî karî ye ya na? Tenê wek mirîdan îtîat dike.
Ji bo însanekî tiştê herî xerab bibe mirîdê şexsekî, siyasetmedarekî, fikrekê, îdeolojiyekê.
XXX
Mazlûm Ebdî gotiye me HSD fesx kir.
Mezlûb Ebdî:
"Piştî peymana bi Serok Ehmed Şer ra û temambûna pêvajoya tevlêbûna hêzên me di nav lîwayên Artêşa Sûriyeyê da, em îro bi berpirsyariyeke tam fesixkirina HSDê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe radigihînin."
HSD salek berê hatibû
fesixkirin, ew soz dabûn Tirkiyê. Fesha(lewxa) salek berê bûbû îro eşkere kirin. Tiştê heta nuha bi dizî girtibûn îro eşkere kirin. Mesele ev e.
Dibêjin Mezlûm Ebdî ewê bibe şêwirmendekî Ehmed Şar el Colanî.
Bi vê trajediyê giriyê meriv tê.
Heta serokê me Om be, xwelî ewê tim li ser serê me kom be!
XXX
-Li dera yê xurt, yê bi hêz bi heq derkeve edaletê nepên.
Li dera însanên sujdeyî hêzê dibin hebin huzûrê nepên.
Platon
Li welatê me him yê xurt tu carî neheq nabe, him jî mirîdên sujdeyî hêzê, şexsan dibin pir in. Ji bo wê jî ne edalet heye, ne jî kes dev ji şêxê xwe berdide.
XXX
Me xwest nebû. Me pa nebû. Me hewil da nebû.
Em çûn ser dîsa nebû.
Jiyan wisa ye carnan, heger nebe nabe..
Yê dînê xwe ji rûvî fêr bibe, ewê diziya mirîşkan wek sewabekê qebûl bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar