Li ser ”pere” gelek gotin û aforîzmayên xweş, babet, babetî hene.
Kî dibêje çi bira bibêje, bi bawerîya min pere wek kilîta
çilîngîr e, her derîyî vedike, kevir jî nerm dike.
Kîsê te vala be, dostên te him kêm in, him ji te sar in.
Merivê bêpere wek çûka bêper û bêbask e.
Heger dostên te neman, ya jî kêm bûn, li bêrîka xwe binêre, miheqeq perê te qedîya ye.
Her tişt bi pera dibe. Sîyaset jî bêpere nabe, yê zengîn kane bi alîkarîya perên xwe ji xwe ra gelek dost û hevalan çêke. Kes zû bi zû nabe hevalê kesê rût.Pere her tim muhîm bû, lê di vê serdemê da bêtir muhîm e.
Kesê zengîn heger yekî bi xîret be kane ji miletê xwe ra gelek karên baş bike.
Xwezî di xortanîya xwe da jî aqilê dema extîyarîyê di serê meriv da hebûya.
Dibê meriv qîmeta perê xwe bizanibe. Pere him xizmetkarekî baş e, him jî efendî ye.
Bi pera meriv kane karê baş jî bike, karê xerab jî bike.
Pere qerekterê meriv, mahdenê meriv derdixîne ortê.
Heger tu merivekî baş bî pere ewê te baştir bike, lê heger tu yekî xerab bî, ewê te xerabtir bike.
Problem ne pere ye, qerekter e. Pere dibe kevirê mîhengê, eyarê însên eşkere dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar