Fûara Kitêban a Dîyarbekrê do qedîya. Hêvî dikim karê weşanxaneyên beşdarî Fûarê bûn baş çû, li zirarê derneketin. Çimkî hin caran kar zirarê dernaxîne.
Do vîdeoyeka Fûarê ya pir qelebalix bala min kişand. Bi sedan ciwan ketibûn dorê
ji bo ku kitêbekê bikirin, bidin îmzekirin.
Min pir meraq kir, min ji xanimeka bi navê Xecê Daxşîn, wê vîdeo parve kiriibû, pirsî, min got, ma ev
çi qelebalix e?
Min got, ” Ev nivîskarê/nivîskara hewqasî meşûr û bi şans gelo kî ye, şalê ne yekî/yeka tirk e?”
Xanimê got, jineke tirk e, romanên ciwanan dinivîsîne.
Nivîskara bi sedan ciwanên me li ber masa wê ketibûn dorê, ji bo ku kitêbeka wê bikirin Kubra Teber bû.
Ez matmayî mam, nivîskareka tirk ji alî ciwanên me hewqasî tê
hezkirin, kitêbên wê hewqas tê xwendin !
Li Swêd jî li ber standa nivîskarekî/nivîskarekê ev îzdîham çênabe.
Min di dilê xwe da got, çima Kubrayeka me tune ye, çima nivîskarekî di nava
ciwanan da hewqasî meşhûr nabe?
Çima em kurd nikanin berhemên wek ên Kubra Teber binivîsîn?
Dibê nivîskarên me yên edebîyata zarokan, ciwanan li ser vê yekê bifikirin. Gere
kem jî kitêbên wek ên Kubra Teber ên ciwan jê hezdikin binivîsin.
Ev jinik di kitêbên xwe da qala çi dike, ciwan çima ji eserên wê hewqasî hez
dikin, dibê em ji viya dersê bigrin.
Li alî din min ji xwe ra got, Xwelîya heft gundan li serê me be, me zarokên
xwe, ciwanên xwe baş hewisandine tirkî. Ji bo ku zarokên me bibin tirk me ew baş
perwerde kirine.
Zarokên, ciwanên bi edebîyata tirkî mezin bibin êdî malên zimanê tirkî ne, ji
tirkî qutbûna wan pir zor e. Gerek do li Fûara Amedê, zarokên me ne li ber
standa nivîskareka tirk, li ber ya kurdekê, kurdekî têketana dorê.
Li hemberî tabloya min dît, ez pir xemgîn bûm…
Lê piraniya kurdan, dê û bavên van ciwanan ji bo ku ev îzdîham ne ji bo
nivîskareka kurd e, ji bo tirkekê çêbûye qet şerm nakin.
Bi taybetî jî siyasetmedarên me, serokên me, ronakbîrên me
gerek ji vê tabloyê şerm bikin û her kes para xwe ya sûcdariyê qebûl bike.
Me bi destên xwe zarokên xwe, ciwanên xwe asîmîle kirin, ew kirin dildarên
tirkî...
Rast e, tesîra perwerdeya dibistanê li vê rewşê heye, perwerde
tunebe asîmîlasyon ewê zêdetir be.
Lê belê midaxela me jî, îrada me jî muhîm e.
Em li malên xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin wiha nabe.
Ciwanên Kurdistana Rojhilat û Rojava hewqasî asîmîle nebûne.
Li tu beşekî Kurdistanê kurd
bi qasî me asîmîle nebûne, wek me dev ji zimanê xwe bernedane.
Li Kurdistana Bakur asîmîlasyona ji dil, a bidilxwazî ji ya dewletê, ji ya zorê
pir mezintir e.
Dibê em sûcê xwe înkar nekin, em her tiştî nezin hustuyê dewletê. Bi piraniya kurdên Kurdistana Bakur ra şiûrê netewî, kurdpewerî pir zeîf e, ne li dijî asîmîlasyonê ne.
Çimkî ji zimanê xwe hez nakin; nizanin ziman nasnameya me ya herî muhîm û herî dîyar e.
Kurdî pasaporta me ye, em dixwazin wê bi ya tirkî biguherînin. Dê ûbavên bêşûr bi milyonan zarokên me asîmîle kirin.
Di viya da sûcê partîyan, sîyasetmedaran, ronakbîran jî pir e, ew ne li
dijî asîmîlasyonê ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar