Heşdî Şebiyê li Bexdayê Ala Amerîkayê raxistine erdê, pê lêdikin û bi erebeyan di ser ra diherin û tên.
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson, bi vê heqareta li Ala Amerîkayê pir
aciz bûye, gotiye:
”Îraq bûye wîlayeteke Îranê, dibê Îraq ji bin hegemonya û desthilata
Îranê were derxistin.”
Rast e, Îraq bûye eyaleteke Îranê. Lê yê Îraq kir eyaleteke Îranê Amerîka bi
xwe ye, Amerîkayê Îraq teslîmî şîîyan û Îranê kir.
Dibê we serxwebûna kurdan qebûl bikira û kurd mecbûrî mayina bi Îraqê ra nekira.
Ji ber ku hûn qurişan ji her tiştî muhîmtir dibînin, hûn rehet tên kirîn û dihêlin dijminên we xurt bibin.
Heger Îraq îro bûye eyaleteke Îranê ev yek sedîsed sûcê we ye, ji ber
nezanî û pûlperestîya we ye.
Hûn berjewendiyên xwe yên kin, yên demkî di ser yên stratejîk ên
dûr û dirêj ra digrin. Hûn pir rehet tên kirîn.
Donal Trump hewqasî pesnê serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da, de bira Elî Zeydî
nehîşta çeteyên Îranê vê bêhurmetîyê li
Ala Amerîkayê bike. Ev yek bi dilê wî ye jî.
Heger ne bi dilê wî bûya çeteyên Heşdî Şabî nikanîbû vê şova bêhurmetîyê li hemberî ala wan bike.
Heger we qîmet bida la xwe, wê tavilê agir bi ser serên van çeteyan da bibaranda, we tirr ji wan ra nedihîşt, dibê bedelekî giran bidana.
Lê hûn ne ew kes in viya bikin.
Belkî ji sedî 99ê erebên îraqî wek Heşdî Şabî neyarên
Amerîkayê ne; ereb gişk were ne.
Erebê ji Amerîkayê û Ewrûpayê hez dikin tune
ye. Lê ji ber pûlperestîya we, hûn viya ji nedîva tên.
Serokên Ewrûpayê hemû pûlperest in, quroşo ne, ji alî serokên misilvanan va pir
rehet tên kirîn.
Gava mesele dibe berjwendîyên madî, firotina sîlehan şexsîyet, exlaq, prensîb
bi tu serokê ewrûpî ra, amerîkî ra namîne, gişk ji alî dewletên îslamî va tên
kirîn.
Ma heger ne wisa bûya, meriv Sûriyê teslîmî terorîstekî wek Ehmed el Şer dike?
Meriv dev ji piştgiriya kurdan berdide û wan mecbûrî teslîmîyetê dike?
Amerîkîyan, ewrûpîyan ji tarîxê ders negirtine, hîn fêm nekirine, ew ji ereban
û tirkan ra çi bikin jî ereb û tirk tu carî nabin dostên wan, ewê tim pê li
alên wan bikin.
Li herêmê bêyî kurdan tu miletekî din, ereb, tirk nabin dost û mitefikên Amerîka. Amerîkî, ewrûpî viya baş zanin, lê ji ber çend quriş pere xwe difroşin ereb û tirkan.
Ev ne cara pêşî ye ereb
pê li ala Amerîkayê dikin, berê jî bi gelek caran eynî tişt kirine, lê Amerîkî
û ewrûpî ar nakin, pozê wan naşewite; çimkî ji wan pere di ser exlaq û şerefê
ra ye. Ji bo wê jî neyarên şerefa xwe zû ji bîr dikin û efû dikin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar