Telewîzyona Cîlo(Cîlo TV) do êvarî li ser Amedsporê û dibê sîyaseta me kurdan li hemberî sporê û Amedsporê çi be, dibê em çi bikin, çend pirs ji min kir. Ez ji sporê zêde fêm nakim, lê dîsa jî min fikrê xwe got. Program ne zindî bû, ewê dûra biweşînin.
Ji ber qutbûna deng û çêbûna gelşa têkiliyê me program zû qedand. Dibe ku
gelş ji kompîtora min bû.
Cîlo TV qanaleke sporê ya nuh e, li ser sporê bi kurmancî programên baş çêdikin. Dibê sporhez vê qanalê bişopînin.
Ez bawer dikim wext hatiye ez vê kompîto mezin, tu dibê ecêb bigerim û ji xwe
laptopeke nuhûtop, xweşik bikirim.
Lê bêxwedîyan ew jî yên baş pir biha ne, nizanim çi bikim?
XXX
Hin însan hene hebûna
bi feydeye, ji miletê xwe ra, ji civatê ra karên baş dikin, civatê bi pêş da
dibin.
Hin însan hene, bi kêrî tiştekî nayên, di hebûna wan da tu feyde tune ye. Hebin
jî dibe, tunebin jî dibe.
Lê hin kes jî hene hebûna wan zirarên pir mezin dane civatê û miletê xwe. Ji bo
wê jî tunebûna wan ji hebûna wan baştir
e, bi feydetir e, çiqasî zû ji vê dinyayê koç bikin ji bo civatê baş e.
XXX
-Heger hûn dixwazin tarîxa xwe binivîsin, dibê hûn qelemê
nedin destê hinekên din.
Me kurdan ev rastî êdî baş fêm kiriye; êdî em ji berê bêtir tarîxa xwe
dinivîsin.
XXX
-Heger dijmminê te, te xelat dike, di te da pûştîyek heye.
Fîdel Castro
Teşbîheke rast û di cî da ye. Dijminê miletê meriv ji meriv
hez nake, heger hez kir ne ji xêrê ra ye, ew êdî te dijminê xwe nabîne, te
dostê xwe, hevalê xwe dibîne.
Serokekî ereb, faris û tirk ji sîyasetmedarekî kurd ê kurdperwer hez nake, jê
ra silavê naşîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar