Wek masîyan însan jî babet babetî ne. Yên baş hene, yên xerab hene, yên pir baş hene, yên pir xerab hene.
Yên virek hene, yên rastgo hene. Yên diguherin hene, yên qet naguherin, heta
roj bi roj xerabtir dibin hene.
Lê meriv gişan bi kinî kane bike du babet:
Wext jî tesîrê li wan nake, kurmê şîrî hetanî pîrî. Bi derbasbûna salan ra xerabtir dibin.
Çimkî kesê carê pîs bûbe, dabe ser rêya xerab, bûbe heval û dostê dijminê miletê xwe, tu çi bikî jî îflah nabe, dev ji pîsîya xwe, bêexlaqîya xwe, hevaltîya xwe ya bi dijmin ra bernade. Ya baş meriv kesên wiha bi tenê bihêle, ji wan dûr keve...
XXX
Hin însan gava ji yekî hez dikin hiş ji serê wan dihere, kor
dibin, çavên wan qarixî dibin, tu kêmasî û qusûreke wî kesî nabînin,ew çi bike
rast dike, bêqusûr e.
Û gava ji yekî hez nakin jî pê ra tu mezîyeteke baş nabînin,
tu karekî wî naecibînin; ew kes li ber çavên wan dibe marekî reş û pîrebok.
Carnan hink di vê dogmatîzma xwe da pir pêş da diherin,
dibin mirîdê şexsekî; dixwaze bira ew şexs bûbe merivekî pir xerab û gelek karên
xerab bike.
XXX
Merivê serxweş zû dereng tê ser hişê xwe, serxweşîya wî
derbas dibe, bi xwe dihese.
Merivê cahil tu carî nayê ser hişê xwe.
Cahilî kêmaqilîyek ji serxwşîyê xerabtir e.
Tiştekî ji bêarîya cahiltîyê xerabtir tune ye.
Di medyaya sosyal da merivên cahil pir in, carnan rastî
meriv tên, hevza ji wan bikin.
XXX
Kalekî çermsoran gotiye:
-Sitranên me bi piranî li ser baranê ne. Çimkî li ba me
baran pir kêm dibare, baran tiştekî pir tê xwestin û însan hesreta wê ne.
Min dîqet kir, sitranên we sipîyan jî bi piranî li ser evînê
û eşqê ne. Hûn sipî jî hesreta wê ne.
XXX
Dema Bolşewîk di sala 1917a da hatin ser hukim, serokê şoreşê
Lenîn gotineke tarîxî ya pir rast kiriye, gotiye:
”Nuha desthilat ya me ye û hemû namerd jî terefdarên me ne.”
Bi rastî jî wer dibe, kî tê ser hukim çiqas pûlperest û
namerd hene tavilê dibin hevalên yên serdest.
Dema meriv di qonaxa têkoşînê da ye, hîn bi ser neketîye, tenê
kesên pak, dilsoz, fedakar li dora meriv hene.
Lê belê, dema meriv bi ser
dikeve, dibe desthilatdar, mirovên fersendperest, berjewendîperest, durû ji bo
berjewendîyên xwe yên şexsî û ji tirsa hêza nû, yekser cepha xwe diguherînin,
tên aliyê meriv.
Lenin bi vê gotinê balê dikişîne ser xeterîya durûtiya kesên
derdorên desthilata nû. Dibê meriv li hemberî alîgirên nû yên fersendperest
hişyar be.
XXX
-Weten(welat), bi destê merivekî dirist ava dibe, bi destê
yekî xayin xera dibe.
Gotineke pêşîyên sumerîyan
-Tiştê ûjdanê qebûl dike ji bo min ji çepikên hemû dinyayê
bi qîmettir e.
Çîçero
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar