Fîrewn gelê xwe biçûk didît, dixist dewsa ehmeqan. Ji bo wê
jî her daxwaza xwe bi wan dida qebûlkirin. Lê însanan dîsa jî jê hez dikirin, îtîatî wî
dikirin.
Çimkî însanên bawerî bi wî dianîn jî êdî ji rê derketibûn.
Ne însanek tenê, gelek kes, bi milyonan însan jî kane ji rê derkevin, bidin dû xeraban,
dîktatoran.
-Diz hestî davêjin ji ber kûçik da û malan dişêlînin.
Terîqet û cimat jî dîn davêjin ji ber însanan da û bi rêya dîn wan dixapînin, dişêlînin.
XXX
-Biûjdanbûn kultureke, perwerdeya viya tune ye, di kitêban
da nanivîsîne. Rêya wê tenê însanbûn e, dema meriv bi însan be, biûjdan e jî.
Dema meriv ne însan be, bêûjdan e.
XXX
-Bêdengîya min ji esaleta min e. Bersîva min a ez bidim her
gotinê heye. Lê belê ez li gotinê dinêrim gelo gotin e û ez carekê jî li kesê
gotiye dinirêm, gelo meriv e?
///Mewlana
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar