28 september 2026

Bersîva bêbextekî bi navê Mehmet Açikgoz

Mehmet Açikgoz, ji ber dîtina min a li ser Huseyîn Yildirim, bêyî ku tu tenezul bikî navê min bidî, bi bêedebîyeke min ji te nedipa, te ez tenê rexne nekirime, te heqaretên giran û bêbextîyên mezin jî  li min kirine.

Te gotiye, ji ber ku Huseyîn Yildirim dêrsimî û elewî ye min gotîye ew merivekî ne baş e, ne hêjayî pesnê ye.
Te gotiye, alerjîya min li hemberî elewîyan û dêrsimîyan heye.

Te dîtinên min ên li ser Husyîn Yildirim şibandîye, ”ewtîna kûçikan û zûrîna çeqelan, te gotiye, ”rexneyên li hemberî Huseyîn Yildirim, ewtîna kûçikan û zûrîna çeqelan e”.
Te gotiye, min rismê kûçikekî û yê birêz Kemal Bûrkay daye kêleka hev û ew şibandîye kûçik.
Bêbextîyeke, bêexlaqîyeke ji vîya mezintir nabe. Min qet bawer nedikir tu merivekî hewqasî bêexlaq, heewqasî bêbext û hewqasî çamûr î.
Heger navê te li bin wê nivîsê tunebûya û ji min ra bigotana ev nivîs ya Mehmet Açikgoz e, minê sond bixwara, bigota ev nivîs ne ya Mehmet Açikgoz e, Mehmet Açikgoz li ser min tiştekî wiha nanivîsîne.
Lê dîyar e ez merivekî pir saf im, min tu baş nas nekirîye, te bi salan dûrûtîya xwe, bêexlaqîya xwe baş veşartîye.

Ez û tu ji zû da ye, belkî 20-3al in, belkî jî hîn zêdetir e hevdu nas dikin, min tu wek dostekî xwe yê sergiran û maqûl texmîn dikir.
Dîyar e ez xapîya me, tu merivekî ne samîmî û di hundurê xwe da durû bûyî. Tu yekî neyarê fikrê min bûye, tu neyarê nasyonalîzma kurdî ye. Lema te hewqas bêbextî li min kirine.
Nuha ez fêm dikim zereyê ruhê kurdperwerîyê bi te ra tune ye, tu kurdekî asîmîlebûyî, bûyî tirk. Bi dîtin, kultur û hestên xwe tu bûyî komunîstekî tirk.
Elewîtî, dêrsimîbûna te demagojî ye, maskeya çepîtîya tirk e, tu elewîtîyê jî, dêrsimîtiyê jî ji xwe ji îdeolojî û fikrên xwe yên antî-kurd ra dike maskî.
Heger tu kurdekî welatparêz bûya te nedigot, ji ber ku Huseyîn Yildirim dêrsimî û elewî ye, lema ez ji wî hez nakim û min gotiye ew merivekî ne baş e.
Bi vê taktîka bêexlaqî, bi vê buhtana xwe, tu dixwazî hevalan ji xwe raçêkî, hevalên dêrsimî bikî dijminên min.

Te bi vê nivîsa xwe ya li ser min, bi van heqaret û bêbextîyên te li min kirine ez xeyalşikestî kirim; te nîşan da tu ne merivekî layiqî wê hezkirin û dostanîya min bûyî. Min bi dilekî pak ji te hez dikir, digot belkî tu kurdekî çep ê welatparêz î, merivekî samîmî yî. Lê xuya bû tu ne merivekî wiha yî.
Ji bona xatirê dostanîya me ezê jî wek te kirîye, gotinên ne xweş ji te ra nebêjim.
Çimkî ez şerm dikim ji nasekî xwe ra, ji dostekî xwe yê bêbext ra bibêjim ”kûçik û çeqel”. Uslûbeke wiha ne li gorî edeb û şexsîyeta min e.
Te dîtinên min ên di heqê Huseyîn Yildirim da şibandiye ”ewtîna kûçikekî û zûrîna çeqelekî…”
Heger bi te ra zereya edebê hebûya te ji bo min teşbîheke wiha nedikir.
Mesele çi ye?

Piştî mirina Abûqat Hueseyîn Yildirim, gelek kesan pesnê wî dan, bêyî ku qala jiyana wî ya Ewrûpayê û berpirsîyariya wî ya di nava PKKê da bikin, ew bi asîmanan xistin.
Min jî bi kinî got, Huseyîn Yildirimê min li Stockholmê nas kir ne merivekî hêja yî van pesnan e, bi bawerîya min ne kurdperwer bû.
Di van gotinên min da ne heqaret heye, ne jî înkara Huseyîn Yildirimê li welêt heye.
Min dîtina xwe li ser Huseyîn Yildirimê min nas kiriye gotiye, Ev bawerîya min e, kane şaş be, tu kanî bibêjî na, Huseyîn Yildirim merivekî baş bû, kurdperwer bû, hêjayî her pesnê ye.
Ne hewce bû te hewqas bêbextî li min bikira.
Te li ser min, li ser bavê min jî nivîseke wer nivîsîba, min heqaret û bêbextîyên wiha li te nedikir.
Her kes ne mecbûr e wek te ji Huseyîn Yildirim hez bike û pesnê wî bide.
Hin kes kanin ji bo min jî bibêjin Zinarê Xamo ne hêjayî pesnê ye, ne welatparêz e. Û ji xwe yên wiha difikirin û vê dîtina xwe di medyaya sosyal da dibêjin hene.
Ev îdîa ne rast e, lê ji bo hinekan rast e.
Ji gelek kesan pîvana başiyê û welatparêzîyê piştgirîya PKkê û qebûlkirina serokatîya Evdila Ocalan e, yên vîya nekin ne tu meriv in, ne welatparêz in.
Yanî tiştê min li ser Huseyîn Yildirim gotiye ne sûcekî giran e, ne kufur e, dîtineke sîyasî ye.
Huseyîn Yildirim heta 1987-1988a berpirsîyarê ERNK/PKKê yê Ewrûpayê bû. Di dema wî da li çend welatên Ewrûpayê 10-15 kurd ji alî PKKê va hatin kuştin.
Tu kanî bi dilekî rehet bibêjî haya Huseyîn Yildirim ji van kuştinan tunebû?
Tu kanî bibêjî haya wî ji kuştina Çetîn Gungor û Enwer Ata tunebû?
Ez dibêjim jê hebû. Qatilê bi rojan li mala wî bimîne û ewê nizanibe qatil ji bo çi hatîye?
Ev ne mimkûn e. Heger haya wî ji kuştina Çetîn Gungor tunebûya, piştî cînayetê ewê îsyan bikra û ji PKKê veqetîya. Lê wer nekir, sê salên din pê ram a.
Di sala 1985a da du hevalên me, Mustafa Tanguner, Eyyup Kemal Adsiz li Danîmarkayê ji alî PKKê hatin kuştin.

Qatilê Semîr(Çetîn Gungor) li Stockholmê mala Huseyîn Yildirm mabû.
Çima tu van qetlan û bêdengîya Huseyîn Yildirim ji nedî va tê û naxwazî ev tarîxa wî were zanîn?
Huseyîn Yildirim ji ber alîkarî bi qatilê Çetîn Gungor ra kiriye hat girtin, demakê di hundur da ma, dû ra hat berdan.
Ji ber ku tu kesî qala vê jiyana wî, vê tarîxa yî ya reş nekir, min jî got:
”Dema Huseyîn Yildirim li welêt bû, di hefsê da çi kiriye nizanim. Lê Husên Yildirimê min li Stockholmê nas kir, ne tu meriv bû; ne hêjayî wan pesnan e. Ne merivekî kurdperper bû jî.”
Di vir da min heqaret li Huseyîn Yildirim nekiriye, min micadela wî ya li welêt û ya zindanê înkar nekiriye. Min dîtina xwe li ser Husên Yildirimê li Stockholmê min nas kiriye gotiye. Ev dîtina min e.
Te kanîbû bigota, dîtina te ne rast e, Huseyîn Yildirimê li Stockholmê jî merivekî baş bû, welatparêzekî kurd bû û çend numûne ji kurdperwerîya wî, ji xebatên wî bida.
Lê te wer nekirîye, te bi fêlbazî berê meselê daye elewîtiyê û dêrsîmîtîyê; te gotiye ji bo ku Huseyîn Yildirim dêrsimî û elewî bû, lema ez jê hez nakim. Ev ne rast e, bêbextî ye. Li ba min fikrê hemşerîtiyê tuneye, ew karê te ye.
Însan di jiyana xwe da kane tiştê baş jî bike, tiştê xerab jî bike. Merivê berê baş be, kane xera bibe û yê xerab jî kane baş bibe.
Gelek kesên berê ji bo kurd û Kurdistanê karên baş kirine û dûra xera bûne, bûne hevalên dijmin ya jî li mala xwe rûniştine pir in.
Ji ber ku demekê zulm, îşkence li Huseyîn Yildirim bûye, demekê karên baş kiriye, ma dû ra çi xerabîyê bike jî gerek meriv nebêje, gerek meriv rexne neke?

Huseyîn Yildirim heta sala 1988a berpirsîyarê ERNK/PKKê yê Ewrûpayê bû. Wek min li jor jî got, di dema wî da li Ewrûpayê gelek însan hatin kuştin.

Qatilê Semîr(Çetîn Gungor)Nûrî Candemîr li mala Huseyîn Yildirim mabû. Pûlisê Swêd ev tespît kir. Huseyîn Yildirim jî di îfada xwe da qebûl kir, got qatil Nûrî Candemîr li mala wî maye.

Huseyîn Yildirim, li dijî kuştina Enver Ata, Semîr, du hevalên me Mustafa Tanguner, Eyyup Kemal Adsiz û gelek kesên din derneket, qatil û cînayet parastin, hevaltîya xwe ya bi PKKê ra heta 1988a domand.
Dûra PKKê di sala 1989a da ew li Holandayê gulebaran kir.
Ma dibê meriv qala jiyana Huseyîn Yildirim a dema hevaltîya PKKê neke?
Ma dibê tu kes dîdina xwe li ser şexsîyeta wî nebêje, tim pesnê wî bide?
Em karên wî yên sîyasî bidin alîkî, bi bawerîya min Huseyîn Yildirim ne xwedî şexsîyeteke baş bû. Ev qeneta min e. Lê hinekên din kanin vê dîtina min şaş bibînin, bibêjin na, ew merivekî pir hêja bû.
Hinek kanin bibêjin, Zinarê Xamo merivekî baş e, kurdperwerekî ji dil e.
Lê hinek jî kanin bibêjin na, ew ne tu meriv e, ne hêjayî pesindanê ye. Min jî ji bo Huseyîn Yildirim ev gotiye. Çima ev dîtina min bi te hewqasî zor hatiye, bûye sebebê bêbextîyan li min bikî
Ez ji dîtinên wiha aciz nabim û ji ber vê dîtinê heqaretê li kesî nakim, nabêjim tiştê hûn dibêjin ”ewtîna kûçikan û zûrîna çeqelan e”!
Ji ber ku min Husên Yildirimê heval û parêzvanên cînayetan rexne kiriye, bi te zor hatiye, te bi bêedebî heqaret li min kiriye. Te gotiye:

”Êrîşên li hemberî birêz Kemal Bûrkay û birêz Huseyîn Yildirim tenê wek ewtîna kûçikan û zûrîna çeqelan e.”
Terbîya min qebûl nake ez ji rexneya te ra bibêjim, ”ewtîna kûçikan û zûrîna çeqelan”.

 Lê dîyar ev uslûb li gorî şexsîyeta te ye. Yê qîmeta dîya xwe bizanibe ji dîya xelkê ra xeber nade.
Tiştê ez matmayî hîştim, te birêz Kemal Bûrkay jî li Huseyîn Yildirim zêde kiriye, te gotiye:
”Vî şexsî(yanî ez) çend sal berê di parvekirineke xwe da heqaret li birêz Kemal Bûrkay jî kiribû, rismê birêz Kemal Bûrkay û kûçikekî dabû kêlek hev û miqayeseke heqaretwarî kiribû.”
Bêbextî û bêexlaqîyeke ji viya mezintir nabe. Li hemberî vê bêbextîya te, vê derewa te ya bi boçik, ez tevizîm, xwîna min cemidî !
Bêedebî û rezîlîyeke wiha ne karê min e, miqaseyeke wiha ez wek namerdîyê dibînim.
Cara pêşî ye ez tiştekî wiha dibihîzim.

Ne heqareteke hewqasî giran, min tu carî gotinek tahl jî ji Kemal Bûrkay ra nekiriye û nakim jî. Min çend caran li hemberî êrîşên bêdeban ew parastîye jî.
Ez ne bi sîyat û hin dîtinên birêz Kemal Bûrkay ra me, di hin waran da em wek hev nafikirn.
Çimkî em ji partiyên cihê bûn. Lê hurmeta min ji Kemal Bûrkay ra pir e, ez li hemberî wî tu carî  bêedebîyeke wiha nakim û min nekiriye.
Ne li hemberî Kemal Bûrkay tenê, bêedebîyeke wiha li hemberî tu kurdî nakim û min nekirîye.
Ez li ser kurdekî hevalê dewletê jî bêdebîyeke wiha nakim. Dîyar e di kultura Mehmet Açikgozê çep, asîmîlebûyî da bêedebîyên wiha normal in.
Ew rism û parvekirina te gotiye bêbextîyeke te ye. Heger ne bêbextî ye parve bike, ez bibînim. Dibê tu parve bikî, îspat bikî min tiştekî wiha kiriye!
Ji bêbextîyên te numûneyek din jî, xwedêgiravî ez ji elewîyan hez nakim, ”li hemberî elewîyan bi min ra fobîyek heye.” Te gotîye:
”Çend hevalên min ji min ra gotin, fobîya vî şexsî(yanî ez) ya elewîyan heye, îro baş derdikeve ortê tiştê ji Huseyîn Yildirim ra gotiye, têkiliya wê bi dêrsimîtî û bi elewîtiya birêz Yildirim ra heye.”
Heger bi te ra biçek ûjdan, exlaq hebûya te ez bi dijminatîya dêrsimîyan îtham nedikirm.
Bi vê buhtanê tu dixwazî hevalan ji xwe ra çêke û hevalên dêrsimî bikî dijminên min.
Ev taktîkên çepên tirk e, dixwazin kurdên elewî li hemberî kurdên sûnî pîj bikin, dilsariyê, bêbawerîyê têxin nabêna kurdan. Ez merivekî ataîst im, nasyonalîstekî kurd im, li ba min dîn, mezheb, hemşîretî tune ye.
Heger bi te ra exlaq û zereya kurdperwerîyê hebûya, te gotinên min ên li ser şexsê Huseyîn Yildirim bi dêrsimîtî û elewîtîya wî va girê nedida.
Mehmet Açikgoz, tiştê ez ji te ra bibêjim ev in, baş bû te ruyê xwe yê rastîn nîşanî min da; çimkî min merivekî dûrû, ne samîmî wek dostekî xwe zanîbû. Te bi vê rexneya xwe ruyê xwe yê rastîn nîşanî min da. Gelek sipas…

NOT:
Lînka rexneya Mehmet Açikgoz

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar