Tu zulm û zulumkarî ne ebedî ye, her zalim, dîktator zû, dereng
rojekê bela xwe dibîne.
Lê ji bo ku zulm zêde nekşîne xebat û berxwedan lazim
e. Tiştê pêşiyên me kirine û em dikin ev e, micadela li dijî zulmê ye, xebata
ji bo azadîyê ye.
-Heger yê zalim bi israr zulma xwe didomîne bizanibe dawîya
wî(talîya wî) nêzîk e.
Heger yê mezlûm jî bi israr li ber xwe dide, bizanibe ku zafer nêzîk e.
XXX
Meqam însên xera nake, lê belê qerekter û eyarê însên ê
rastîn derdixe ortê.
Şexsîyeta însanekî ya rastîn ne di feqîriyê da, gava zengîn dibe, ya jî dibe
xwedî meqam derdikeve meydanê.
XXX
-Însanek, gava tu tiştekî wî yê pê fexir û serbilind bibe
nemîne, dest pê dike bi koka xwe ya etnîkî îftîxar dike, pozbilindiyê dike.
///Arthur Schopenhauer
Tu dibêjî belkî camêr li ser irqçî, pantirkîstên tirk
lêkolîn kirye.
XXX
-Kêmaqilî du babet in, yek dînîtî ye, ya din jî cahilî ye.
///Eflatûn
XXX
-Du rêyên diçin xêvîtiyê(ehmeqiyê) hene: Rêya yekê, bawerîya
bi tiştên ne rast e, ya duduya jî qebûlnekirina bawerîya bi tiştê rast e.
///Soren Kierkegaard
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar