Li Swêd di hilbijartinên giştî yên di 13ê îlonê da çêbûn 5 somalî wek parlamenter hatin hilbijartin. Hinekên wan bi tercîhên şexsî hatine hilbijartin. Tê îdîakirin di dengdanan da sextekarî bûye.
Li ser sextekariyên bûne di ser 12 hezarî ra gilî hatiye kirin. Di tarîxa Swêd
da tiştekî wiha nebûye, 12 hezar gilîyên sextekarîyê li welatê herî paşdamayî, li Somalîyê jî nabe.
Somalîyan, ereban û îslamîstan demokrasîya Swêd, sîstema Swêd ya hilbijartinê tarûmar
kirine, swêdî gêj bûne, nizanin ewê ji vê qaosê çawa xelas bibin.
Heger sêstema hilbijartinê bi lez neyê guhertin, di hilbjartineke din ewê 50 somalî û îslamîst têkevin meclîs û piştî du sê hilbijartinên di meclîsê da ewê bibin piranî û Swêd bikin wek Somalî û welatên ereb.
Çimkî bi riya hilbijartinên şexsî, bi 400-500 rayan kanin ji rêza herî dawî, bibin yê yekê û qezenc bikin.
Ji ber ku eşîr in, bi hezaran merivên hev in, gişk alîkariya hev dikin. Hin herêm gişk bûne somalî û îslamî, meleyê wan, şêxê wan, mezinên wan çi bibêjin gişk bi gotina wan dikin. Jin bi piranî nexwendane, mêr rayên wan bi kar tînin. Rayên îşaretkirî li malan belav dikin û bi wan rayên hazir diçin ser sendoqan. Yên li ser sendoqan jî gişk ew in, swêdî tune ne, êdî ew ûjdanên xwe, dilê wan çawa bixwaze wer dikin.
Welhasilî kelam, îşê swêdayan pir zor e, yê bi rayên sexte
hatiye hilbijartin ewê here meclîsê y ana, sibe ewê dîyar bibe.Li gorî medya
dinivîsîne, ji ber ku dahîra hilbijatinê û pûlis lêkolînê dike, belkî sibe beşdarî
vebûna meclîsê nebe.
Kesên îdîa sextekarîyê li ser wan hene hemû ji Partîya Çep in, li ser partîya
Keskan jî hin îdîa hene.
Hela em binêrin sibe li meclîsê ewê çi tayatro hebe?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar