27 september 2026

Li ser Huseyîn Yildirim û kesên wî diparêzin çend gotin

Piştî mirina Huseyîn Yildirimê abûqat, min bala xwe dayê, fena ku qet tiştekî xerab nekiribe gelek kes pir pesnê wî didin. Min jî bi kinî wiha got:

”Piştî mirina Abûqat Hueseyîn Yildirim, gelek kes pesnê wî didin, wî bi ezmanan dixînin. Dema li welêt bû, di hefsê da çi kiriye nizanim. Lê Husên Yildirimê min li Stockholmê nas kir, ne tu meriv bû; ne hêjayî wan pesnan e. Ne merivekî kurdperper bû jî.”

Di platforma Xê da gelek kes ji vê nivîsa min aciz bûn; hinekekan ez rexne kirim, gotin ne xweş tu li ser yekî mirî tiştên ne xweş dibêjî, hinekan jî êrîşî min kir, tiştên ne xweş ji min ra gotin.

Destpêkê min nexwest zêde qala pîsiyên Huseyîn Yildirim bikim, min tenê got, ne tu meriv bû, ne kurdperwer bû, merivekî pîs bû.
Lê ji ber ku gelek kes nizanin Huseyîn Yildirim çi pîsî û xerabî kirine lema wî diparêzin û êrîşî min dikin.
Dixwazim bi kinî bibêjim, dema hevalên me yên gorbehişt Mustafa Tanguner, Eyyup Kemal Adsiz di sala 1985a da li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê hatin kuştin, dema Enver Ata û Çetîn Gungor li Swêd hatin kuştin û gelek cînayetên din di wan salan da bûn, Huseyîn Yildirim wê çaxê berpirsê ERNK/PKKê yê Ewrûpayê bû. Ne mimkûn e tiliya wî di van cînayetan da tunebe. Ew li dijî van cînayetan dernekt, wî ew parastin û ji PKKê veneqetîya.

Dema Enver Ata di 20ê hezîrana 1984a da li bajarê Uppsala yê Swêd hat kuştin, Huseyîn Yildirim berpirsîyarê PKKê yê Ewrûpayê bû, li Stockholmê bû û di mahkima Enver Ata da jî di nava hevalên qatil da bû.

Qatilekî bi navê Zulkuf Kilinc, Enver Ata li Uppsala ronakayiya rojê gulebaran kir, Huseyîn Yildirim qatil parast, li dijî kuştina Enver Ata derneket.

Semîr(Çetîn Gungor) di 2ê mijdara 1985a da(2/11-85)li Stockholmê di şeva partîya me da ji alî qatilekî bi navê Nurî Candemîr va hat kuştin. Qatil li mala Huseyîn Yildrim mabû. Pûlis ev yek tespît kir.
Huseyîn Yildirim di îfada xwe ya pûlis da ev qebûl kir, qatil li mala wî mabû. Gelo mimkûn e haya wî ji kuştina Çetîn Gungor tunebe?

Piştî kuştina Çetîn Gungor, Huseyîn Yildirim ji alî pûlisên Swêd va hat girtin, demekê girtî ma û ji ber kêmbûna delîlan hat berdan.
Lê qatil li mala wî mabû, ji mala wî çû Çetîn Gungor kuşt.
Huseyîn Yildrim, di sala 1987a da bi îthama alîkariya qatilê Çetîn Gungor kiriye dîsa hat girtin, demekê girtî ma, dû ra hat berdan.
Di dema berpirsîyarîya wî da ev halên jor tenê nehatin kuştin, PKKê çend kesên din jî li Ewrûpayê kuştin. Huseyîn Yildirim hemû cînayet parastin.

Huseyin Yildirim di sala 1988a da piştî ji PKKê veqetîya bi eşkereyî li xwe mikur hat, got:

"Dema Çetin Gungor hat kuştin, diviyabû min têkiliyên xwe bi PKKê ra bibriya. Kesê ji bo kuştina Çetin Gungor wezîfedar kiribûn (Nuri Candemir), anîn mala min."

Polîsên Swêdê jî jixwe di lêpirsînên wê demê da tespît kiribûn qatil Nuri Candemir beriya kuştinê bi Huseyin Yildirm ra û derdora wî ra di nava têkiliyê da bûye.
Di Facebookê da kesî tiştek negot, lê di Xê da gelek kesan ez rexne kirim. Ji bo ku ev minaqaşeya me wenda nebe, wek belgeyeke tarîxî bimîne, ez dîtinên wan û bersîvên xwe diweşînim.

XXX
Fexrîye Adsay:
Xalê Zinar, ger tu nizanibî ku Huseyin Yildirim çi kiriye li welêt û di hefsê de, pir hêsan e ku tu vê hîn bibî û hewce nake tu zilma li wî bûye bêqîmet bikî, piçûk bikî. Jixwe herkes behsa zilma li wî dike. Kesî negotiye ew yek ji pêxemberan bû!

Zinarê Xamo:

Fexrîya xanim, min li ser jiyana wî ya li welêt tiştek negotiye, min fikrê xwe li ser Huseyîn Yildirimê min li Swêd nas kiriye gotiye. Bi dîtina min, Huseyîn Yildirimê li Swêd ne yekî hêjayî van pesnan e, ne merivekî kurdperwer bû. Nedixwest dengê dengbêjekî kurd bibihîze.
Fexrîye Adsay:
Xalê Zinar, te li ser jiyana wî ya li welêt gotiye “… ez nizanim”, ev tiştek e!
Zinarê Xamo:
Fexrîya xanim, însan di jiyana xwe da kane tiştê baş jî bike,tiştê xerab jî bike.Kurdên berê welatparêz bûn dû ra bûn hevalên dijmin ne hindik in Yanî merivê berê baş be kane xera bibe û yê xerab jî kane baş bibe.Tu van tiştan zanî.Têkliya H.Yildirimê vir bi kurdayetîyê ra tunebû

Fexrîya xanim, min nedixwest qala van tiştan bikim,lê mecbûr mam. Di sala 1984, 1985a da dema Enver Ata û Semîr(Çetîn Gungor) hatin kuştin, Huseyîn Yildirim berpirsiyarê ERNKê yê Ewrûpayê bû. Qatilê Çetîn Gungor, Nurî Candemîr sê rojan li mala wî mabû, dû ra Semîr kuşt.
Huseyîn Yildirim ji vê dozê du caran hat girtin,dû ra berdan.Kesê qatilê Çetîn Gungor sê rojan li mala xwe bike mîvan,mimkûn e haya wî,tiliya wî ji cînayetê tunebe.

Û piştî kuştina Enver Ata û Semîr jî ji PKKê veneqetîya, qatil parast.Ev aliyê siyasî,lê wek şex jî xerabe bû.

Fexrîye Adsay:

Ger ev nîqaş dirêj bibe, diyar e tu yê çîroka heft bavê wî bêjî ji min re. Tiştekî tu nizanî tuneye lê tenê tu nizanî li welêt çi kiriye û çi hatiye serê wî! Bibore, ez hê ji hevoka ewil derbas nebûme! Naxwazim dirêj bikim û careke din bersiva te nadim. Bi xatirê te.

Hewrosur:

Hesudi neke mamo, wexta ku tu bimri eme çend gotinen xweş jibo teji bejin u pesne teji bidin

Zinarê Xamo:
Xortê delal,dibê meriv tu carî bêbextiyê bi bawerîya xwe, bi ya dilê xwe ra neke.Tu min çawa nas dikî dibê tu wiya bibêjî,xwe sansor nekî. Çi di saxiyê da, çi jî piştî mirinê, meriv di heqê yekî da çi fikirî gerek wiya bibêje. Gerek meriv ji bo xatiran tiştê jê bawer nake nebêje.

Azad Bayram:
Di çanda kurdan de li pey miriyan nebaş nayê axaftin. Heke tiştek baş nabêjî bi devê xwe bikare ciyê xwe rûnê li pey çend heb like nekeve. Behsa kurdayetiyê dikin lê tu tiştê aîdê çanda kurdan pêk naynin.
Zinarê Xamo:

Bi bawerîya min ev ne rast e, kî wer bike jî ez wer nakim. meriv ji bawer kir, di heqê kê da çi fikirî gerek derewa neke, rast bibêje. Meriv kane carnan bêdeng bimîne, lê bêdengneman ne şaş e, ne sûc e Gelek kurd berê baş bûn, dû ra bûn hevalê dijmin, ma emê viya nebêjin?

Semsetittin Bastimar:
Brez Hamo Dibe ku gotine we rast bibe, hüseyin yildirim gori we hinek tiste xerap ji ewropaye kiribe, yan ji hemberi tiste xerap nesekiniye, le ew tist naye we wetaye ku em berxwedana wi hemberi devleta tirk u zilamen wana(apo u hevalen wi) nebinin u pesne u nedin...

Zinarê Xamo:
Birayê delal, min fikrê xwe li ser Huseyîn Yildirimê li Swêd gotiye, min micadala wî ya li welêt înkar nekiriye. Bi Huseyîn Yildirimê li Swêd ra ruhê kurdayetîyê tunebû û ne xwedî şexsîyeteke meriv pesnê wê bide. Ev dîtina mmin e.

Sîmurg73:
Li Avrupa 20 lib fişek rihê wi dan apociya ma rih hêlan xrbatê bike

Zinarê Xamo:

Birayê ezîz, min ew tişt înkar nekiriye. Însan tim û tim wek xwe namîne, diguhere. Husênê min nas kir derdekî wî yê kurdayetîyê, azadî û serxwebûna kurdan tunebû, tiştekî wiha di hişê wî da, di rojeva wî da tunebû. Berê tiştê baş kiriye ew tiştekî din e, min ew red nekiriye.

Ez ji te ra tiştekî din jî bibêjim. Di sala 1984 û 185a da dema Enver Ata li Swêd, li bajarê Uppsalayê, Çetîn Gungor jî di 1985a da li Stockholmê hatin kuştin, Huseyîn Yildirim berpirsiyarê PKKê yê Ewrûpayê bû û qatilê Çetîn Gungor jî sê rojan li mala wî mabû, dû ra Cetîn kuşt.

Hemdila Arda:
Heta niha min li dor deh kesên zilma hepsa Amedê dîtiye ji nêzîk ve nas kir û li serpêhatiyên wan î ew rojan guhdarî kiriye.Trajedî! Tespîta min; hemû piştî wê zilmê belî bû ku derûniya wan xerab bûbûn. Îja piştî wê zilmê gelo meriv dikare wan darizîne? Bi min pirseke zor e?

Zinarê Xamo:
Ji ber ku demekê zulm, îşkence li yekî hatiye kirin, dû ra çi xerabîyê bike gerek meriv wî rexne neke, normal bibîne ne rast e. Huseyîn Yildirim heta sala 1988a da berpirsîyarê ERNK/PKKê yê Ewrûpayê bû. Di dema wî da li Ewrûpayê gelek însan hatin kuştin.

Qatilê Semîr(Çetîn Gungor)Nûrî Candemîr li mala Huseyîn Yildirim mabû. Pûlisê Swêd ev tespît kir, Husên jî qebûl kir.

Huseyîn Yildirim, li dijî kuştina Enver Ata, Semîr û gelek kesên din derneket, qatil û cînayet parastin. Ne rast e meriv viya nebêje û wî bike mezlûm!

Memo Torî:
Te dîsa rastûrast, dobra dobra, bêsansur nerîna xwe gotiye û weke delîl agahiyên balkêş dane. Siheta te xweş!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar