Dibê meriv tu carî bi koranî, bi bawerîyeke hişk tu kesî, tu fikrê, tu îdeolojîyê, tu partîyê neparêze. Dibê meriv xwedî îradeyeke azad be, kanibe mihakeme bike, nebe mirîdê tu kesî, tu îdeolojîyê.
Bi koranî parastina îdeolojiyekê, sîyasetekê ne rast e, dibê meriv îradeya xwe,
azadîya xwe ya fikrî, hêza xwe ya mihakemekirinê teslîmî şexsekî, lîderekî,
partiyekê neke.
Di lîteratura sîyasî da navê viya dogmatîzim e, fanatîzim e, mirîdî ye.
Merivên zîrek fikran minaqaşe dikin, mirîdên îdeolojîk tenê şexsan û sloganan diparêzin.
Alîgirên dozekê yên herî talûke mirîdên wê diparêzin.
Yê çavên wî bi îdeolojîyê kor bûbe tu delîl melîlan qebûl
nake. Tu delîl nikane wî îqna bike.
Ne şaş e meriv xwedî fikrekê be, lê belê gava fikir meriv bêîrade bike, meriv
bike mirîd pir talûke ye.
XXX
Dara pelweşyayî bi dengekî xemgîn ji bê ra got:
-Heta ji te tê were, bike vizîn û guve guv, tu bêminet î.
Ne çiqil û gulîyekî min ê bişkiyê maye, ne jî peleke min a
biweşînim…
Em kurd jî bûne wek dara pelweşîn, req û rût, em her felaketê
êdî bêminet dikin.
XXX
Ji tiştên herî muhîm ê meriv di jiyanê da fêr dibe yek jî ev
e:
-Wext însanan naguherîne, tenê ruyên wan ên rastîn derdixe
ortê; kî çi mal e, çend eyar e dîyar dike.
Yanî wext wek kevirê mîhengê ye, eyar dîyar dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar