Ji bo însên şeref, şexsîyeteke pak, saxlem gelkî muhîm e. Şeref, nirxê manevî yê qedir û rûmeta însan, civat dide meriv e.
Hewcedariya însên bi nan tenê tune ye, bi hesîyet, şerefê jî heye.
Ji bo wê jî dibê meriv li şerefa xwe miqate be, wek roniya
çavên xwe biparêze.
Merivê bêşexsîyet, bêşeref xwedî çi bibe jî, xwedîyê kîjan meqamî be jî ne tu tişt e, bêqîmet e,
qurişekî nake.
Pêşiyên me gotine, Xwedê kesî ji şerefê neke !
XXX
-Bi pereyê xwe şerefê qezenc meke, bi şerefa xwe pera qezenc
bike ji bo ku gava perê te qedîya, bira şerefa te jî neqede.
Nîcanor Para
-Însanê şeref û qerekterê wî tune dişibe maleka bêperde.
Mala bêperde ya bi kirê ye, ya jî ya firotinê ye.
XXX
Ji mûriyê pirsîne, gotine:
-Ma tu wiha bi ku da diherî? Mûriyê gotiye: -Ez diherim ba
dildarê xwe. Gotine:
-Bi vî nigê kût pir zor e tu bikanibî xwe bigihînî dildarê
xwe. Mûriyê gotiye:
-Tişt nabe, heger ez nikanibim bigihîjimê ezê di rîya wî da
bimrim.
Ji bo azadîya miletê xwe bi qasî ji destê me tê, bi qasî em
kanibin emê bixebitin, micadela xwe bidomînin.
Me ew roj dît emê kêfxweş û dilşa bibin, me nedît jî emê di
wê rêyê da bimrin.
Ev jî ji bo me şerfeke herî mezin e.
Yên kumê bênamûsîyê dane serê xwe bira şerm bikin.
XXX
-Di sedsala 21ê da hîn jî bi milyonan însanên ji xurafeyan,
ji mûcîzeyan bawer dikin hene. Bi milyonan kesên li bende keremetên miriyan in
hene .
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar