Encamên dawî yên hilbijartinên Swêd îro resmî eşkere bû. Mixalefeta çep(sor û kesk)bi ferqeke pir hindik, bi sê parlamenteran serketina xwe îlan kir. Serokwezîr Ulf Krîstersson îstîfa kir, heta hukûmet ava bibe ewê li ser hukûm be. Avabûna hukûmetê pir zahmet xuya dike, çimkî di çepha çepta partiyên li dijî hev hene.
Partîya çep(V)dibêje gerek em têkevin hukûmetê, ya na em destegê nadin hukûmeta sosyaldemakratan.
Sosyaldemokrat jî dibêjin em bi wa ra koalîsyonê ava nakin,
dibê hûn ji der va destegê bidin me.
Partîya gundîyan(C) jî dibêje hukûmet partiya çep tê da be em tune ne. Mesele wek porrê ereban e, pir tevlihev e.
Yanî avakirina hukûmetê zor xuya dike, belkî partîyên çepha çep nikanibin li
hev bikin, çepheya rast dîsa hukûmetê ava bikin.
Di vê hilbijartinê da li gorî agahiyên belav bûne 7 namzedên kurd ketine
meclîsê, 5 jin in, 2 mêr in.
Kesên hatine hilbijartin ev in.
Gurgîn Bakircioglu, Hana Amîn, Lawen Redar, Kadir Kasirga, Sara Gille, Talla
al-Kurdî, Hawar Asaiesh.
Ji bo kurdên Swêd û dîaspora kurd serketineke pir mezin e. Ez her 7
perlamenteran jî pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar