Li ba heval dostên PKKê û partiya DEMê kultureke ne xweş, kultureke şaş heye, rexneyên kesên li dervayî welêt dijîn qebûl nakin, tinazê xwe pê dikin; dibêjin aya werin vir bixebitin, ya jî devê xwe bigrin, me rexne nekin.
Li gorî wan, kurdên li Kurdistanê najîn û ne di nava xebata sîyasî da ne,
gerek xebata wan, sîyaseta wan rexne nekin, ya dibê ji wan ra li çepikan xînin,
ya jî devên xwe bigrin, wan rexne nekin.
Çimkî ji kesên wan rexne dikin ra dibêjin,”ji derva zimandirêjiyê mekin, hûn mêr in werin vir, werin bixebitin û tiştê baştir bikin…”
Xanimeka ji Kurdistana Rojava li ser vê meselê vîdeoyek belav kiriye, ji kurdên li derveyî welêt dijîn û wan rexne dikin ra gotiye:
”Hûn çi ji me dixwazin? Hûn li Ewrûpa li malên xwe rûniştine û rêvebiriya me
rexne dikin. Heger hûn pir jîr û zane ne werin vira, werin têkevin nav xebatê,
li Ewrûpayê zimandirêjiyê li me nekin, bela xwe ji me vekin. Em zanin em çi
dikin. Ya werin vir, ya jî devên xwe bigrin, bela xwe ji me vekin.”
Li gorî vê xanimê û hevalên wê mafê kurdên li Ewrûpayê û li dervayî Kurdistanê
dijn tune ye wan rexne bike, ji bo ku meriv bibe xwedîyê mafê rexnekirinê dibê
meriv vegere Kurdistanê û têkeve nav partîyekê, xebata sîyasî bike.
Tiştekî wiha li dinyayê tune ye, bêyî kurdan sîyasetmedarên miletekî din ji rexnegirên
xwe ra nabêjin kesên li dervayî welêt bin, kesên ne di nav xebatên siyasî da
bin nikanin me rexne bikin.
Dixwaze bira li Kurdistanê bin, dixwaze bir ali dervayî welêt bin, mafê her
kurdî heye partîyan û xebatên wan rexne bike.
Her kurd, çi li der, çi li hundur, ne mecbûr e di nav xebata siyasî da be. Lê
dîsa jî mafê her kurdî heye partîyan, sîyasetmedaran û serokên wan rexne bike.
50-60 milyon kurd nikane sîyaseta aktîv bike, lê mafê her kesî heyeli ser
xebatên partiyan raya xwe bibêjin û wan raxne bikin. Dibê hevalên PKKê, DEMê û
siyasetmedarên Kurdistana Rojava ji her kesê rexnegir ra nebêjin, ”tu pir mêrî,
tu pir zana yî were vir, karê ji me baştir bike! Gotineke wiha him ne rast e,
him jî ne xweş e. Ne rast e siyasetmedar ji rexnehirên xwe ra bibêjin, ”devê
xwe bigrin, bela xwe ji me vekin; hûn pir mêr in werin vir…”
Kesî hûn bi zor nekirine sîyasetmedar, hûn tehamulî rexneyên xelkê nakin, dev
ji sîyasetê berdin. Li her dera dinyayê însan sîyasetmedaran, partîyan rexne
dikin, bêyî kurdan kes nabêje devê xwe bigirin, bela xwe ji me vekin…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar