17 september 2026

Dar bi fêkîyê xwe, însan bi exlaqê xwe tê naskirin

Exlaq sitûna sereke ya rûmeta mirovahîyê ye, nirxekî pir muhîm e. Ji bo fêmkirina rûmet û şexsîyeta însên exlaq pîvaneka esasî ye. Merivên bêexlaq kanin her fêlbazîyê, her durûtîyê bikin.

Wek di her warî da, di sîyasetê da jî exlaqekî pak, diristî muhîm e.
Pêşîyên me, fîlozofan, merivên zana serê xwe bi exlaq ra gelkî êşandine, gelek gotinên muhîm ji me ra wek şîret, wek mîrateke kulturî hîştine. 
Li jêr çend gotinên li ser exlaq pêşkêşî xwendevanên xwe dikim.

Însan bi exlaqê xwe însan e. Heke exlaq tune be, qîmeta mirovahiyê jî namîne.
-Gelek dîn hene, lê belê exlaq yek tenê ye.
John Ruskin

-Dar bi fêkiyê xwe, însan bi exlaqê xwe tê naskirin.

-Şerm û heya, fîstanê zêrîn e.
Şermkirin nîşana exlaqê baş û bilind e.

 -Exlaqê baş dewlemendîya rastîn e.
-Rastgoyî bingeha exlaq e.

-Zimanê dirêjî exlaqê zeîf nîşan dide.

-Du tişt hene hişê min her tim bi heyranî tije dikin: asîmanê mişt stêrk yê li ser min û qanûna exlaqî ya di hundirê min de. Immanuel Kant

-Heger hûn dixwazin însanekî nas bikin, li ser exlaqê wî bisekinin, ne li ser serketinên wî.

Albert Einstein

-Însan, ji bo ku dînekî wan heye, ji bo ku dînekî dihebînin, wer hereket dikin tu dibêjî qey hewcedarîya wan bi exlaq nemabe.

Amîn Maaluf.

-Hûn hewqasî cahil in, ji ber ku dînekî we heye hûn wer bawer dikin hewcedarîya we bi exlaq tune ye.

Nîkola Tesla

-Min li her dera cîhanê lêkolîn kir, min lîyaqateka di ser exlaq ra nedît.
Mewlana
-Gava têkiliya te bi yekî ra qedîya, hemû sirên wî di dereke dilê xwe da topî ser hev ke û ji bîr bike. Çimkî exlaqê baş piştî têkilî qut bû xuya dibe.
Morgan Freeman

-Dera exlaq lê tunebe qanûn nikane îcreatê bike.
Napolyon Bonapart

-Exlaq û sinet qîmeta xwe, nirxê xwe wenda bikin, edalet rîya xwe şaş dike.

Konfuçyus
-Nebî nebî, şertên exlaqî binpê nekin,çimkî heyfa xwe zû digre.
Lev Tolstoy

-Hisên me yên exlaqî  îhtîrasên me digre bin kontrolê.
Bernad Shaw

-Di heqê exlaq da ez tiştekî tenê zanim:exlaq, gava ez tiştekî dikim û xwe rehet hîs dikim, bêexlaqî jî, gava ez tiştekî dikim, xwe nerehet hîs dikim.

Ernest Hemingway

Însan bi exlaqê xwe însan e, exlaq tunebe însanîyet jî, ûjdan jî bi însên ra namîne; ji bo wê jî kane her bêexlaqiyê, her xerabiyê bike.

-Civakek bêexlaq, wekî xanîyek bê hîm û bê esas e; di her bahozekê da ewê bihedime, hulşe.

-Exlaq ne tenê nerindînekirin e, di heman demê de parastina mafê kesên dîtir e jî.

-Kesê xwedî exlaq e, her çend feqîr be jî, di çavê civakê de dewlemendê herî mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar