16 september 2026

Hin kurd êdî ji dest me çûne

Hin kurd, hin ronakbîr eslê xwe înkar nekin jî di warê rûhî, psîkolojîk da ji kultur û nasnama xwe ya kurdî, netewî dûr ketine, êdî xwe wek tirkan his dikin, gelşên tirkan yên kulturê, civakî, şaristanî, mîmarî wek gelşên xwe dibînin.
Li dijî dewlata tirk, li dijî tirkan di dilê wan da, di hişê wan da tu tiştekî nagatîv, dijminatî tune ye; fena em û tirk miletek bin, ji bo wê jî her gelşa tirkan ya me ye jî; gerek em kurd serê xwe bi gelşên civka tirk yên civakî, kulturî, şaristanî ra biêşînin.

Navê viya ”bîyanîbûna cewherî ”ye, însan êdî welatê xwe dagirkirî, xwe jî wek ferdekî bindest nabîne, xwe wek ferdekî ji miletê serdest dibîne, bi çavê ronakbîrê miletê serdest li gelşên welatê dagirker dinêre, derdê wan ji xwe ra jî dike derd.

Gelek kurd wiha bûne. Lê filistîniyek gelşên Îsraîl, yên civata cihû ji xwe ra nake derd, wek cihûyekî serê xwe bi gelşên vivata cihû ra mijûl nake, ji xweşiktir kirina bajarên Îsraîl aqil nade cihûyan.

Kesê bûye biyanîyê nasnameya xwe, dagirkerên welatê xwe dijmin nabîne, xwe ji wan his dike. Ji bo wê jî her gelşa welatê dagirker, kolonyalîst wek gelşa xwe dibîne û ji xwe ra dike derd.

Bi hezaran kurd, eslên xwe înakar nekin, bibêjin em kurd in, ji bo kurdan hin karên baş bikin jî di praktîkê da bûne malên civat û miletê tirk, bûne malê kultura tirk û zimanî tirkî. 

Ew êdî ne malê me ne, malê tirkan in. Dibê meriv vê rastiyê bibîne û qebûl bike.

Lê belê ew ne dijminên me ne, ew dostên me yên di nav tirkan da ne. Dijminatîya me nakin, xêra kurdan dixwazin. Dibê meriv van kesan wek dostên xwe yên tirk û di nava tirakn da qebûl bike… 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar