18 september 2026

44 welatan zulma li Afganîstanê li jinan dibe şermezar kirin, ji 57 welatên misilman welatekî tenê beyan îmze kiriye

Do li Neteweyên Yekbûyî  44 welatan bi beyaneke mişterek ji ber zulma li jinan dibe hukûmeta Afganîstanê rexne kirine. Di nav 44 welatan da welatek tenê, Îmarata Erebî tenê misilman e; 43 welatên din yên xiristîyan û ne misilman in.

57 welatên misilman hene, ji 57 welatan, welatekî tenê, Îmaratê tenê zulma li Afganîstanê li jinan dibe şermezar kiriye. Ji cîhana îslamî, ji welatên misilman ra rûreşîyeke ji viya mezintir tune ye.

Ji 57 welatên misilman welatekî biçûk tenê, cudatîya, rasîzma, irqçîtiya, barbarîya li Afganîstanê li hemberî jinan dibe weke zulm û hovîtî dîtiye û protesto kiriye. 

56 welatên misilman ên din, Tirkiye jî di nav da, li dijî zulma Talîban li Afganîstanê li jinan dikin derneketine, beyan îmze nekirine.

Ev bûyer jî nîşan dide serokên misilmanan çiqasî bêûjdan, xedar, bêexlaq û barbar in. 

Kesê li dijî zulma li Afganîstanê li jinan dibe dernekeve, hukûmeta Afganîstanê şermezar neke ji hemû nirxên însanîyetê, ji ûjdan û exlaq bêpar e, zalim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar